$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Agir Tolhildan
Nav paşnav: Nûzad Mûhammed Reşat
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik-Bav: Gulnaz-Mûhammed Reşat
Dem û cihê şehadetê: 07-05-2021/ Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Agir li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Li nava derdoreke welê mezin bû ku rastiya gelê welatparêz veguherî sîstemeke civakî û Şoreşa Azadiyê ya Rojava lê pêk hatiye. Di dilê hevrêyê me Agir de hestên welatparêziyê şîn bû. Şahidî ji êrişên dewletên mêtinger, hêzên hegemon û nokerên wan ên herêmî re kir. Di heman demê de li nava civakê weke karkerekî kar kir, ked nas kir û ked ji xwe re kir esas. Piştî ku karakterê demokratîk sosyalîst ê PKK'ê, rastiya neteweparêziya demokratîk û doza azadiyê ya gelê Kurd nas kir, weke ciwanekî Kurd biryar da ku tevlî nava têkoşînê bibe. Hevrêyê me Agir dît ku rêya têkoşîna encamgir û azadkirinê gerîla ye û sala 2018'an hate çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Agir ku welatparêziya gelê me yê Rojava di kesayetiya xwe de şîn kir, zû hînî jiyana gerîla bû. Ji aliyê teorîk û pratîkî ve xwe perwerde kir û gihand wê asta gerîla ku li ber zexta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd tê kirin raweste. Destpêkê li Behdînanê, piştre jî li Zapê kar kir. Li qada Zapê pîvanên gerîlatiyê hîn bû, ji bo gerîlatiya modernîteya demokratîk bixe meriyetê gelekî hewl da. Bi kesayetiya xwe ya çalak û kelecan zû bi pêş ket û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Di gelek çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de bi roleke çalak rabû. Dİ 6-7'ê Gulanê de di şer û bombardûmanê de bi lehengî şer kir û şehîd bû.[1]