$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Atakan Konya
Nav paşnav: Haci Aydin
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Cemîle-Husamettîn
Dem û cihê şehadetê: 07-05-2021 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Atkan Konya li navçeya Silopya Şirnexê ku di dîrokê berxwedaniya dîrokî kirî, çêbûye. Li nav mablateke welatparêz mezin bûye û kesayata berxwedêr a gelê Botanê bi xwe re çêkiriye. Hay ji polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijmin, xasma ên li ser gelê Botanê çêbûye, hevalên wî yên derdorê ku tevlî nav refan bûne kariger bûye, PKK ji nêz ve nask iriye û sala 2013'an tevlî nav refên gerîla bûye. Piştî ku 2 salan li qada Botanê pratîkê dike dema komkujiya DAÎŞ'ê ya li ser gelê Şengalê ji bo ku gelê Şengalê ji qirkirinê xilas bike berê xwe daye Şengalê. Hevrêyê me Atakan ku bi rengekî aktîf li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li Şengalê şer kirî, piştî xebata 2 salan a li vê derê berê xwe daye Qadên Parastinê yên Medyayê. Bi perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk a li Qadên Parastinê yên MedyaYê xwe pêş xistiye. Hevrêyê me Atakan li her devera ku çûyê hezkirin û dilsoziya li Rêber Apo û gelê xwe bi pratîka serkeftî nîşan daye. Di pêvajoya dawî de piştî ku dijmin operasyon aniye ser Qadên Parastinê yên Medyayê hevrêyê me Aktan tevlî nav pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê bûye. Di vê pêvajoya pêngavê e tarz û taktîka ya gerîlayê serdema nû bi hostayî bi cih aniye. Di gelek çalakiyan de ku tevlê bûyî derbên giran li dijmin hatine xistin û di şikandina êrîşên dagirker de yên li ser qada Zapê bi roleke girîng rabûye. Hevrêyê me Atakan bi tûjbûna îdeolojîk heta bi qada leşkerî bi disîplîna xwe li nav hevrêyên xwe bûye mînak, bûye yek ji milîtanê pêşeng ê Pêngava Bazên Zagrosê.[1]