$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Haldûn Altay
Nasnav: Mîraz Arî
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Gulnaz-Niyazî
Dem û cihê şehadetê: 04-08-2021 / Serhed
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Mîraz li navçeya Qereyazî ya Erzîromê li nava malbateke welatparêz û Kurdayetiyê ji dayik bû. Ji ber ku ji derdora malbata wî berdêl li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hate dayin, hevrêyê me Mîraz partiya me PKK ji nêz ve nas kir. Bi taybetî ji ber şehadetên ji derdora malbata wî, bêhtir bala wî çû ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û ji dil ve pê ve hate girêdan. Ji ber vê eleqeya xwe ji serdema ciwantiyê û pê ve tevlî gelek karên siyasî bû û hewl da wezîfeyên welatparêziyê bi cih bîne. Lê belê pê hesiya ku karê dike têra azadkirina gelê me nake û bi baweriya ku divê hîn bêhtir têkoşîn bê meşandin tevlî nava refên gerîla bû.
Di demekê de ku li dijî gelê me hewldanên komkujiyê hebûn û ji bo qirkirina gelê me ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve plan dihate kirin, hevrêyê me Mîraz tevlî nava refên gerîla bû. Bi giraniya pêvajoyê û berpirsyariyên xwe tevlî karên şoreşê bû. Di demekê de ku têkoşîn gelekî dijwar bû, bi sekna xwe ya cidî û kesayetiya xwe ya bêtawîz bû milîtanekî mînak. Ev sekna xwe kir şêweyekî jiyanê. Piştî pratîka zehmet a Serhedê ya 3 salan derbasî qada Başûr bû, perwerdeya leşkerî û îdeolojîk wergirt û firsend dît ku partiya me PKK'ê û Rêber Apo hîn bêhtir nas bike. Di kesayetiya xwe de şoreş afirand û gavên girîng avêt. Di hunera leşkerî de xwe şareza kir, taybetmendiyên gerîlayên serdema nû di kesayetiya xwe de bi cih kir. Di operasyonên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li herêma Heftanînê li dijî êrişên dijmin li refên herî pêş bersiv da û bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Ji bo derbasî qada Serhedê bibe ku qada destpêkê ya gerîlatiya wî bû, kete nava kûrbûnekê û di vê çarçoveyê de hewl da. Hevrêyê me Mîraz di van hewldanên xwe de bi ser ket û firsend dît ku li qada Serhedê vegere ku xewn û xeyalên xwe pêk bîne.[1]