$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Nûrûllah Azma
Nasnav: Xwînrêj Teyî
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Gulsum-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 04-08-2021 / Serhed
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Xwînrêj li navçeya Silopiya ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz a ku berdêl daye ji dayik bû. Kesayetiya xwe li nava malbateke welatparêz a eşîra Teyî ava kir. Ji ber welatparêziya derdorê, ji ber şehadeta kekê wî, partiya me PKK ji nêz ve nas kir. Bi taybetî bi hişmendiya ku divê bersiv ji rastiya şehadetê re bê dayin, tecrîda li ser Rêber Apo tavilê bê rakirin û azad bibe, biryar da ku tevlî nava têkoşînê bibe.
Hevrêyê me Xwînrêj li herêma Gabarê tevlî nava refên gerîla bû, piştî ku demekê li vir gerîlatî kir derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vir jî perwerdeya leşkerî wergirt û derbasî herêma Heftanînê bû. Demeke dirêj li herêma Heftanînê ma, li vir bi pratîka xwe ya serketî bû fermandar. Hevrêyê me Xwînrêj, fermandarên hêja yên Botanê hevrê Adil Bilikî û Cûma Bilikî ji xwe re kir mînak; ji bo bi rengekî pak û bêhesab tevlî bibe çi ji dest hat bi rengê herî baş kir. Di vê çarçoveyêde li ku derê çi kar dibû bila bibe bêteredût tevlî bû û hewl da bersivê bide fedayîtiya cewherî ya PKK'ê. Bi baldariya xwe ya li ser hunera leşkerî û bi saya hunera xwe ya li vê qadê li Heftanînê tevlî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran bû, erka xwe ya pêşengiyê bi cih anî. Piştî ku demeke dirêj li Herêmên Parastinê yên Medyayê ma, mîna ku xewn û xeyala her gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ye pêşniyar kir ku derbasî herêma Bakur bibe û ev daxwaza xwe jî pêk anî. Hevrêyê me Xwînrêj ku yekî ji Botanê bû li Serhedê tevlî karên gerîlatiyê bû, di demeke kurt de hînî herêma Serhedê bû, bi gelê Serhedê re bû yek. Bi kesayetiya xwe ya xwezayî ku taybetmendiyên modernîteya kapîtalîst negihîştî wî, bi kedkarî, pak û jidilbûna xwe, ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin û bû fermandarekî leheng ê Serhedê.[1]