$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Cebraîl Rustemî
Nasnav: Dilêr Andok
Cihê Jidayikbûnê: Kamyaran
Navê Dayikê-Bav: Selma – Welid
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Garê/ 05-08-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me dilêr li Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz û girêdayî çanda xwe hatiye dinê. Rojhilatê Kurdistanê tim dîroka xwe cihekî girêdayî çanda û kevneşopiya xwe bûye. Her tim li dijî dewletên dagirker di nava berxwedanê de bûye, çanda berxwedanê ji nifşan derbasî nifşên nû kiriye û bi vê sekna xwe ya şoreşger tê nasîn. Ji Qazî Muhammed bigire heta Abdurrahman Qasimlo, kawayê hemdem Simko, Dilgêş, Hewraman, Şîrîn Elemholî û bi sedan lehengên pêşeng ji nava xwe derxistiye. Ji bo bûyanî layîqî vê çanda lehengî û berxwedanê, ji bo bicihanîna çanda xwe hemû gelê me yê welatparêz ê li Rojhiloatê Kurdistanê, bi serbilindî li ser rêya lehengên xwe meşiyane. Her demê li pêşberî pllanên qirêj ên li ser gelê Kurd tê sepandin, bûye xwedî helwest, li ser vî bingehî li dijî komploya navneteweyî bûye xwedî helwestekî herî xurt, helwesta xwedîderketina li Rêber Apo, pir bi cesaret raber kiriye.
Hevrêyê me Dilêr jî bi bîreweriya netewî ku hê ciwan e têdigihije, bawerî bi têkoşînê aniye. Bi vê bîrewerî û baweriyê, bi hîsên welatparêz ku ji malbatê girtî, 2004'an tevlî nav revên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûye. Bi hêrsa li dewletên dagirker, li rejîmên mêtinger ku zilmê li ser Kurdan dikin hê zû bi çiyayên Kurdistanê re dibe yek. Bawerî pê aniye ku tenê bi gerîlatiyê Kurdistan dikare azad bibe û her wiha bawerî bi xeta şerê şoreşgerî yê gel aniye û jidil tevlê bûye. Hevrêyê me Dilêr her tim hewl daye ku tevlêbûna xwe û şerê xwe geş bike, tevlî nav rêxistiniya Hêzên Taybet dibe û li ser xeta fedayî dimeşe. Bi biryardarî, pêbawer û zekaya pratîk li nav tevgera me di nav peywirên stratejîk de cih girtiye. Sala 2009'an çûye Bakurê Kurdistanê, li qada Gabarê birîndar bûye. Lê ev li ber xwe weke asteng nedîtiye, derbasî qada Mêrdînê bûye û gerîlatî kiriye. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bi ser Rojavayê Kurdistanê de anîne, ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurdistanê derbasî vê qadê bûye, bi wêrekiya xwe ya zêde û xasetên xwe yên çalakger derbên giran li çeteyan daye. Ji gelek ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê re bûye mînak, kiriye ku tevlî nav refên şoreşê bibin. Li hemû qadan, bi kesayata xwe ya coşdar, dilnimz û kedkar hevrêyên xwe perwerde kiriye. Dema ku hewl dida ku hevrêyên xwe ji hêla gerîlatiya profesyonel ve bi pêş bixe di bombebaranê de şehîd bû. Hevrêyê me Dilêr ji Rojhilatê Kurdistanê bi rê ketiye, li Başûr, Bakur û Rojava li ser xeta fedaîtiya Apoyî bi rengekî herî zîrek pratîk kiriye, hatiye asta kesayatiya sembol a netewî û şoreşger ku ciwanên Kurdistanê ji bo xwe mînak bibînin.[1]