$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Axîn Bahar Çagirga
Nasnav: Çîçek Gabar
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Terfiya – Bejdar
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 05-08-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Çîçek li Cizîrê, ku yek ji navenda girîng a berxwedanê ya Botanê ye, jidayid dibe, li nav malbateke welatparêz mezin dibe. Li derdoreke ku li nav tevgera azadiyê berdêl daye, bi çanda têkoşînê ya PKK'ê mezin bûye. Gelê Botanê ji heft salî bigirin heta bi heftê salî ji çand û ji têkoşîna rûmetê bi paş ve gav neavêtye, li ber dewleta Tirk a faşîst a Tirk serê xwe netewandiye. Her demê li dijî pergala dagirker û mêtingeriyê têkoşiyaye. Hevrêya me Çîçek jî bi vê çanda têkoşînê mezin bûye, hê bi zaroktî li çîrokên berxwedanê yên şehîden me yên leheng guhdar kiriye. Çanda ku pê mezin bûyî û daxwaza wê ya têkoşinê bandor lê kiriye ku tevlî nav jiyana PKK'ê û hevrêtiya PKK'ê bibe. Bi vê bawerî û hîsan tevlî nav refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûye. Bi coşiya xwe li her devera ku gav lê avêtî moraleke mezin çêkiriye. Hevrêya me li nav hevrêyên xwe enerjîk û bi devlikenî dihate zanîn û bi dilsoziya bi hevrêtiyê her demê li pêş bûye. Di têkoşîna gerîla de bi gelek peywirên cudarabûye, hemû peywir û berpirsyariyên xwe bi rengekî serkeftî bi cih aniye.[1]