$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Kenan Kaçmaz
Nasnav: Mêrxas Nûjiyan
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Rabîa – Îsmaîl
Dîroka Şehîdbûnê: 25-05-2021
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Mêrxas li Colemergê ya Welatparêz çêbûye, li nav malbat û derdoreke welatparêz mezin bûye. Dema ku Zanîngeha Colemergê dixwend tevlî nav xebatên ciwanan bûye, têkoşînê ji nêz ve nas dike û 2014'an tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me ferzkirina pişaftinê û li xwe xerîbûnê ya dewleta TC'ê ya mêtinger a li ser ciwanên Kurdistanê red kiriye, li ser xeta ciwanên Kurd ên Azad rawestiyaye, bi tevlîbûna xwe ya li nav gerîla rê û şêwaza têkoşînê şanî ciwanên Kurdistanê daye. Ji dem ku tevlê bûyî li çiyayên Zagrosan ku lê gerîlatî kirî, bûye gerîlayekî pispor û heta roja ku şehîd bûyî bê dudilyekê bûye xwedî helwesta milîtanî. Hevrêyê me di çalakiyên dijî êrîşên dagirker de bi rola pêşeng rabûye, bi meşa xwe ya li ser xeta fedayî her demê bûye milîtanekî mînak. Hevrêyê me Mêrxas di êrîşan de ya li ser xaka gelê me ku bi hezaran sal in lê dijî, singa xwe kiriye sîper, bîranîna hevrêyê me Mêrxas di têkoşîna xeta serfiraziyê ya hevrêyên xwe de heta hetayê wê bijî.
Di serî de serê malbatên hêja yên hevrêyên me Şervan, Şervan, Bêrîtan, Dîren, Berxwedan û Mêrxas ku pêşengiya Pênava Şoreşgera Bazên Zagrosê kirine, ku ev pêngav bûye navê hêrsa bi sedan salan a li dijî mêtingeriyê û êrîşên dagirker ên li ser gelê me, her wiha bûye navê hêviya gelê me ya ji bo azadiyê, em sersaxiyê didin hemû gelê me yê Kurdistanê ku ji bo azadiyê li ber xwe dide. Em sond dixwin ku bîrîkirina şehîdên me yên leheng bi cih bînin.''
[1]