Nasnav: Raperîn Botan
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Navê dê û bav: Şohret - Huseyîn
Dîrok û cihê şehadetê: 29-03-2023
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Raperîn di malbateke welatparêz de li bajarê Dêrîka Hemko yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Malbata hêja ya hevrêya me Raperîn ji rojên destpêkê yên pêşketina Partiya me, li herêma Rojava Apoyîbûn qebûl kirine. Ji ber vê yekê mala xwe ji Gerîlaya Azadiya Kurdistanê re vekirine. Ji destpêka têkoşîna me ve, bi baweriyeke mezin bi partiya me re bûn û bi xebatên girîng di mezinkirina têkoşîna me ya azadiyê de rol lîstine.
Dîsa ji nav vê malbatê gelek kes tevlî nav refên gerîla bûne û şehadet çêbûye. Hevrêya me Raperîn ku di malbat û derdoreke wiha de mezin bû, bi awayekî xwezayî ji temenê xwe yê biçûk de dest bi naskirina partiya me PKK’ê kir. Çiya û jiyana gerîla ji gerîlayên ku çûne malên xwe bihîstiye, têkiliyên gerîla bi hev re ya li ser esasê rêgezên azadiyê dîtiye û gelekî bandor bûye. Ji ber vê yekê tevlîbûna gerîla bûye xeyaleke wê ya zarokatiyê û ji bo bidestxistina vê xeyalê hewldaneke bêhempa daye. Jiyana gerîlatiyê wekî çavkaniya jiyana azad dîtiye û di wê baweriyê de bû ku rihê wê yê ku ji bo azadiyê dixwaze lê dide encax bi gerîla re dikare azad bibe. Hevrêya me Raperîn ku yekem hewldana wê ya tevlîbûna nav gerîla bi ser neket, ti carî dest ji vê daxwaza xwe berneda, heta ku gihişt armanca xwe li ber xwe da û herî dawî di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Raperîn ku jiyana gerîla weke deryaya azadî, wekhevî û edaletê pênase dike, ji bo bibe parçeyek ji vê jiyanê hewldaneke bêhempa daye. Ji roja ewil ku tevlî nav refên gerîla bû, her tim hînî tiştekî nû bû û xwe pêş xist. Hevrêya me ya ku bi vê yekê dizane ku weke gerîlayek jin divê li ser lingan bisekine, dizane ku pêwîst e bi her awayî xwe pêş bixe. Ji ber vê sedemê girîngiyeke mezin da perwerdeya bîrdozî û leşkerî û di demeke kin de bû gerîlayeke jêhatî. Piştî ku li herêmên Garê û Qendîlê pratîka xwe ya yekem kir, di sala 2014’an de derbasî herêma Cîlo bû. Heta sala 2019’an di vî warî de ma û di gelek astan de wezîfeya xwe ya serdemê bi cih anî. Di navbera salên 2015-2019’an de ku şer herî dijwar bû, li herêma Cîlo beşdarî gelek çalakiyan bû û nûnertiya pêşengtiya YJA Starê bi serkfetî pêk anî. Di vê pêvajoyê de carekê bi giranî birîndar bû, lê dîsa jî di demeke kin de baş bû û têkoşîna xwe domand. Hevrêya me Raperîn hewl da di felsefeya Rêbertiyê de kûr bibe. Li ser vê bingehê piştî 5 salan ji pratîka Cîlo ya dûr û dirêj, li Akademiya Jina a Azad a Şehîd Bêrîtan tevlî perwerdehiyê bû. Armanca xwe ya perwerdehiyê gihandina fedakariyê ya di xeta Berîtan de, weke parçeyek ji çalakiya Zîlan û weke pêşengeke mîna Delal Amed diyar kiriye. Bi taybetî jî kûrkirina xeta azadiya jinê ji xwe re kiriye armanc û bi alîkariya hevrêyên xwe yên jin ku pê re perwerde bûye, di vî warî de destkeftiyên girîng bi dest xistine. Hevrêya me Raperîn ku piştî perwerdeyê di sala 2020’an de careke din derbasî herêma Cîlo bû, vê carê bi erka fermandariya herêmê hate erkdarkirin. Hevrêya me ya ku bi taybetmendiyên xwe yên zelal, rast û nefsbiçûk hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenç kir, bi karakterê xwe yê têkoşer ê ji pêvajoyên dîrokî re bû bersiv. Hevrêya me Raperîn ku di 29’ê Adara 2023’an de di êrîşa dijmin de heta nefesa xwe ya dawî li qada Cîlo pratîka xwe ya serketî gihandiye lûtkeyê, wê weke fermandareke pêşeng timî fermandariya me bike.[1]