$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Peyam Demîr
Nasnav: Rêvan Sûrûc
Cihê jidayikbûnê: Riha
Navê dê û bav: Ferîde - Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 29-03-2023
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Rêvan li navçeya Pirsûs a bajarê Rihayê kevnar ê Kurdistanê, di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji hewirdora hevrêya me Rêvan gelek tevlîbûn çêbûne û birayê wê yê mezin hevrê Xeyrî - Veysî Demîr di sala 2008'an de tevlî karwanê şehîdan dibe.
Di malbateke wiha welatparêz de ji dayikbûn û mezinbûna hevrêya me Rêvan bê guman bandoreke kûr kiriye. Ji bo ku tevkariyê li debara malbata xwe bike, ji biçûkatiya xwe de neçar ma ku di gelek karên cuda de bixebite û ji zû de têgiha kedê nas kir. Hevrêya me Rêvan a ku bi pîroziya nirxên ku bi ked hatine afirandin dizane, di hemû jiyana xwe de bi keda xwe derketiye pêş. Hevrêya me Rêvan ku di ferqa xeteriya êrîşên qirkirinê ya li dijî gelê me û li ser vê bingehê êrîşê dijmin de ye, bi taybetî ji şehadetên ku di sala 2015’an de di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk hatine gelek bandor bûye û bi guhdarîkirina banga seferberiyê ya Rêbertiya me berê xwe daye Kobanê.
Hevrêya me ya ku nêzî 2 salan li Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir, li vir ji sekna jiyanê û taybetmendiyên şer ên milîtanên Apoyî bandor bû. Ji ber ku gelek hevrêyên me bi fedaî şer kirin û destkeftiyên gelê me parastin, bû sedem ku hevrê Rêvan bikeve lêgerîna têkoşînê. Piştî têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê ya li Kobanê, hevrêya me xwest têkoşîna xwe weke gerîla li çiyayên Kurdistanê bidomîne û li ser vê bingehê di sala 2017’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî perwerdeya xwe ya yekem a gerîlatiyê derbasî qada Metîna dibe û li wir beşdarî xebatên pratîk dibe. Hevrêya me Rêvan ku pêvajoyên destpêkê hewl da adapteyê jiyana çiya û gerîla bibe, bi lêhurbûnên kûr jiyana xwe hîn bi watedartir kir. Jiyana gerîlatiyê weke yek ji cihên kêm ên cîhanê ku xerabî û qirêj lê nayên kirin, dihesiband. Hevrêya me Rêvan a ku ji kûr ve girêdayî jiyana gerîla bû, ev yek di pratîka xwe de nîşan daye. Hevrêya me ku di gelek xebatên ku pê baweriyeke bilind û kûrahiya îdeolojîk hewce dike de cih girt, bi performansa xwe ya li van xebatan hêz da hevrêyên xwe. Hevrêya me Rêvan ku gerîlayekî YJA Starê ya xwedî ezmûn û jêhatîbûna leşkerî ye, li hemberî êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê her tim xwestiye li çeperên berxwedanê li kêleka hevrêyên xwe bisekine. Piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, di sala 2019’an de derbasî qada Zapê bû. Bi taybetmendiyên xwe yên fedekarî, rûyê xwe yê biken û dilnizm, ji bo tevahî hevrêyên xwe bûye çavkaniya hêzê. Li Girê Karker û Ertûşê ku qadên herî dijwar ên herêma Zapê ne, xebat meşand. Di xebatên binesaziyê yên van qadên ku îro berxwedanên destaneyî lê tên kirin de, kedeke mezin da. Li van herêman beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin hatine pêşxistin bûye û derbên giran li dijmin hatiye xistin. Di çalakiyên li hemberî dijmin de bi lêhûrbûnên xwe ya taktîkî re her tim nûbûn esas girtiye û di vê wateyê de weke gerîlayek YJA Starê di pêşengtiya şer de bi ser ketiye. Hevrêya me ya ku di sala 2020’an de pêşniyara çûyîna herêma Cîlo ku yek ji xeyalên wê yên herî mezin bû, di demsala biharê de berê xwe da çiyayên Cîlo yên serhildêr û bi heybet. Hevrêya me Rêvan a ku şansê çûyîna herêma Cîlo bi dest xistiye ku xeyalê her gerîlayekî ew e ku li wir pratîk bike, li vir erkên herî dijwar girtiye ser milên xwe û bi awayekî serkeftî pêk aniye. Bi taybetî asta tevlîbûna gerîlayên jin a milîtanî di şexsê xwe de bilind kiriye. Hevrêya me Rêvan ku bi fedakariyeke mezin li hemberî hemû pêvajoyên dijwar li ber xwe da, di 29’ê Adarê de weke gerîlayeke pêşeng a YJA Starê li dijî operasyona dijmin li ber xwe da û heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.”[1]