$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Mahmût Tekîn
Nasnav: Botan Êrîş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Edîbe - Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 29-03-2023
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Botan di malbateke welatparêz a bi eslê xwe Êlihê de hatiye dinê. Ji ber ku malbata wî dilsozê nirxên Kurdayetî û azadiyê yên Partiya me bû, cerdevaniya ji aliyê dijmin ve hatibû ferzkirin qebûl nekir û di encamê de neçar ma ji gundên xwe koç bikin. Hevrêyê me Botan ku di encama zextên dijmin de neçar ma li Amedê bi cih bibe û li vir mezin bû.
Di temenê biçûk de di şexsê malbata xwe de dîtiye ku dijmin zext û êşkenceyên çawa dike û ji ber vê li hemberî dijmin hêrs bûye. Ji ber vê yekê di ciwaniya xwe de bi awayekî aktîf tevlî xebatan bû û hewl da hêrsa xwe bi şerkirina li hemberî dijmin hindik be jî, bike çalakî. Hevrêyê me Botan ê ku bi awayekî aktîf beşdarî xebatên ciwanan bû û demeke dirêj li wir ma, di çalakiyê de tecrubeyeke girîng bi dest xist. Tevlîbûna xizmên wî yên li nava refên gerîla, şehadeta di berxwedana li dijî dagirkeriyê de û pêvajoya şoreşgerî ya li Rojava bû sedem ku hevrêyê me Botan xeta xwe ya têkoşînê zelal bike. Hevrêyê me bi baweriya ku weke ciwanekî Kurd ê şoreşger wê têkoşîna herî bi bandor li çiyayên Kurdistanê bidomîne, tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Botan ku ji Zagrosan tevlî nava refên gerîla bû, heta şehadeta xwe li Zagrosê ma. Hevrêyê me yê ku li herêma Zagrosê perwerdeya xwe ya yekemîn di gerîlatiyê de dît, hemû pratîka xwe ya gerîla li Zagrosê pêk anî. Tevî erdnîgariya dijwar a Zagrosan, bi vîn û baweriyeke mezin têkoşiya. Bi awayekî aktîf beşdarî xebatên avakirina binesaziya têkoşîna dijwar a li Zagrosan bû. Bi fedekarî, durustî û kesayeta xwe ya kedkar bûye hevrêyekî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve tê hezkirin û rêzgirtin. Hevrêyê me Botan ku li her xebata ku dimeşîne bi cidiyet û bi hûrgilî nêz dibe, her karê ku daye destpêkirin di wextê xwe temam kiriye. Hevrêyê me Botan ku ji sala 2015’an û vir ve bi awayekî aktîf beşdarî pratîka şerê dijwar bûye, beşdarî gelek çalakiyan bûye. Hevrêyê me Botan ku bi pratîkbûna xwe tê naskirin, bi vê taybetmendiya xwe ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Dîsa bi helwesta xwe ya milîtanî ya jiyanê û bi helwesta xwe ya zelal a di îdeolojiya Rêbertiyê de bawerî da derdora xwe û bi vê taybetmendiya xwe bû yek ji hevrêyên me yên mînak. Hevrêyê me Botan ê ku piştî nêzî 7 salan ji pratîka Cîlo ya dijwar derketibû perwerdeyê, di serdema nû de bi perwerdeya bîrdozî û leşkerî ya ku dîtibû xwe kûrtir kir û bû yek ji fermandarên pêşeng ên serdema nû. Tevî hemû tedbîrên dijwar ên dijmin jî di sala 2022’an de weke gerîlayekî profesyonel berê xwe dide herêma Cîlo. Vegera li herêma Cîlo ya ku hemû jiyana wî ya gerîla lê derbas bû, ji bo hevrêyê me Botan bû sedemeke din a kêfxweşiyê. Ji ber ku gelek hevrêyên wî yên ku nas dike û bi wan re têdikoşe di vê qadê de şehîd bûne, ji bo hevrêyê me Botan bûye çavkaniyeke cuda ya motîvasyonê. Ji ber vê yekê di êrîşên dijmin ên 29’ê Adarê de bi berxwedaneke fedayî bû xwedî tevlîbûneke bêhempa û gihişt şehadetê. Hevrêyê me Botan ku heta nefesa xwe ya dawî di bin dorpêça dijmin de li ber xwe da û şehîd bû, wê her tim bibe perspektîfa me ya têkoşînê.[1]