$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Dogan yaşar
Nasnav: Dilşad Gever
Cihê jidayikbûnê: Nînova
Dayik-Bav: Mihriye-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Malbata hevrêyê me Dilşad mîna bi milyonan Kurdan bû hedefa zext, êşkence û tundiya dewleta Tirk a mêtinger qirker. Dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan di salên 1990'î de bi hezaran gund şewitand, xwest Kurdistanê ji Kurdan xalî bike, lewma jî bi milyonan mirovên me ji cih û warê xwe kirin. Yek ji malbatên ku neçar ma ji cih û warê xwe bibe malbata hevrêyê me Dilşad bû. Hevrêyê me Dilşad ji ber vê yekê weke zarokê malbateke welatparêz a ji Colemêrgê li Nînovayê ji dayik bû. Gelê me yê welatparêz ku demekê li kampa Nînova ma, piştî ku kamp hate şewitandin neçar ma ku derbasî Mexmûrê bibe û di nava şert û mercên gelekî giran de bi ked û têkoşîneke mezin kampa Mexmûrê ava kir. Hevrêyê me Dilşad jî li kampa Mexmûrê bi hestên kûr û çanda welatparêziyê ya gelê me mezin bû. Li Mexmûrê bi zimanê xwe yê dayikê 3 salan bi rengekî azad xwend. Tiştên ku di nava van 3 salan de ji jiyanê hîn bû, rê nîşanî tevahiya emrê wî dan. Di sala 2014'an de malbata hevrêyê me Dilşad derbasî Geverê bû, vegeriya xaka xwe. Lê belê zilma dewleta Tirk a li ser malbatê neqedeiya. Ji ber vê yekê jî hevrêyê me Dilşad li hemberî dewleta Tirk a qirker mêtinger bû xwedî hêrseke mezin û diyar kir ku wê rojekê teqez tolê hilîne. Xwişka hevrêyê me Dilşad, dotmam û pismamên wî jî di nav de gelek kes ji malbata wî ya nêz tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya kurdistanê bûn. Van tevlîbûnan bandor li hevrêyê me Dilşad jî kir û kir ku hîn bêhtir tevlî nava têkoşînê bibe. Hevrêyê me Dilşad di temenê ciwantiyê de ji aliyê dewleta Tirk ve hate destgîrkirin, rûyê zordar û hov ê dewletê bi şênberî nas kir. Hevrêyê me Dilşad ji zext û zordariya li wî, malbat û gelê wî dihate kirin re got 'êdî bes e', helwest nîşan da û biryar da tevlî nava têkoşîna çalak bibe. Li ser vê bingehê sala 2012'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Hevrêyê me Dilşad ji ber ku ji zarokatiyê ve partiya me PKK ji nêz ve nas dikir û pê zanî bû, zû hînî gerîla bû. Hesreta wî ya li çiyê, hêrsa wî ya li hemberî dijmin û dilsoziya wî ya bi doza azadiyê ya gelê me re bûn sedem ku zû bi pêş bikeve. Piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîla qedand salekê li Garê, 2 salan jî li Metînayê kar kir. Hevrêyê me Dilşad bi eşq û daxwazeke mezin tevlî nava jiyana PKK'ê bû, di nava hevalên xwe de jî bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar dihate naskirin. Hevrêyê me Dilşad ku pîvanên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de da rûniştandin û kûr kir, di heman demê de ji xwe re kir armanc ku ji aliyê hunera leşkerî ve xwe bi pêş ve bibe. Li ser vê bingehê beşdarî perwerdeya pisporiyê ya li akademiya leşkerî bû, li ser taktîkên gerîla kûr bû û xwe ji wezîfeyên girîng re amade kir. Hevrêyê me Dilşad bi tevlîbûna xwe ya bi biryar û sekna xwe ya xurt bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re. Hevrêyê me Dilşad ji bo serketinên hîn mezin bi dest bixe û derbên hîn bi bandor li dijmin bixe derbasî Zagrosan bû. Li Zagrosan wezîfeyên girîng bi cih anî û li qada Zapê jî bi berprisyarî rabû, li vir jî bi fedakarî tevlî bû. Hevrêyê me Dilşad bi hevrêtiya xwe ya bêguman, bi rûkeniya xwe ya ji dil, bi tevlîbûna xwe ya bi moral û têgihiştina xwe ya li dijî dijmin bû mînak ji hevrêyên xwe re. Dema ku bi komek ji hevrêyên xwe li ser karê xwe bû di êrîşa dijmin de şehîd bû. Jiyana azad a li Kurdistana azad ku hesreta herî mezin a hevrêyê me Dilşad bû, wê ji bo hevrêyên wî bibe hinceta herî mezin a têkoşînê û armanca wî wê teqez bi cih bê anîn.[1]