Navê pirtûkê: GUNEHÊN XWEŞIK
Navê nivîskar: #Vînos Fayîq#
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2007
Herdu lepên destên xwe
bidî min
da tijî bikim
ji bîna çiyan
û nêrgiz
û berfê.
Herdu çavên xwe
bidî min
da tijî bikim
ji rengê sor î
xwîna şehîd
û ji rengê serkeftin
û şikestinê.
Ji rengê
çavên di çavrewaniya
Godot de spî dibin.[1]