ERDHEJ.. KURD DI XEYALÊN GELÊN SÛRÎYAYÊ Û TIRKÎYAYÊ DA
ŞOREŞ DERWÎŞ
Wergera ji zimanê erebî: #Kendal Cûdî#
Piştî erdheja 6ê Sibatê, nêrînên sûrîyayîyan ên ku bi ragihandina tirkî ya tundraw bandor bûbûn, an jî bi destekdayîna Tirkîyayê, sûrîyayîyên ku propogandaya nefretê, redkirinê û her dem bi guman li kurdan dinêrîn, guhartinek çêbû. Dibe ku sedema guhartinê û jinûvenirxandina kurdan, mirov dikare bibêje ku li ser esasê derketina hêza kurdî ya nerm ku alîkarî û destekdayîn ji kêlîyên destpêkê ve, rê kir ji herêmên wêrankirî ra.
Rast e komikên çekdar û “Hikûmeta Demkî” û li pişta wan Tirkîyayê, qedexe kirin û piştre alîkarîya ku ji alîyê Birêveberîya Xweser ve hatiye pêşkêşkirin red kirin, li ser esasê mentiqê nefreta wan û dijminahîyeka vekirî li dijî Birêveberîya Xweser e. Lê cidîyeta Birêveberîya Xweser û heta gihaşt asteka ku hemû şertûmercên gihandina alîkarîyê erê kir û hefteyekê li ber derîyan li benda erêkirinê bû, asta wê ya exlaqî ya li dijî alîyên ku alîkarî red kirin, bi ser ket. Her wiha, astengkirina gihandina alîkarîyan yên ji Başûrê Kurdistanê û piştre kontrolkirina wan û neçarkirina wan, di heman çarçoveyê da ye.
Di heman demê da, di çarçoveya xebatên alîkarîyê da, gotina “Feza” (pêveçûn) derket ser dikê; Feza Cezîrê belgeyeka din a xwesteka Birêveberîya Xweser û Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ya bi cesaret li dijî xemsarîya komikên çekdar û hikûmeta demkî ye. Lewra, rêdayîna alîkarîya ku ji Dêra Zorê, Reqa û Hesekê hatîye pêşkêşkirin û çûyîna wan ber bi rojava ve, di bin navê “Feza” an jî “xîreta eşîrtî”, bi saya erêkirina Birêveberîya Xweser û xebata wê ya komkirin û piştgirîya alîyên ku dixwazin alîkarîyê rê bikin, pêk hat.
Her wiha, di xebata komkirina alîkarîyê û rêkirina kamyonên alîkarîyê û şopandina wê heta gihaşt herêmên ku herî zêde zirar dîtine, rola birêxistinên civaka sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê derket holê. Ev yek tê wateya ku gengaz e birêxistinên ku li Sûrîyayê dixebitin, tevî hebûna bendên leşkerî, dikarin peywendîyê di navbera xwe da çêbikin. Her wiha, ev yek tê wateya ku Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê piştgirî da wan birêxistinan û piştî ku rê nehate dayîn ku alîkarîyên Birêveberîya Xweser derbas bibin, Birêveberîya Xweser xebata tu birêxistinan qedexe nekir. Di encamê da, xebata mirovahî ji helwestên ku Hikûmeta Demkî derxistin, da alî.
Bi heman awayî, kurd û erebên sûrîyayî û kurd û tirkan li dîasporayê jî xebatên alîkarîyê organîze kirin. Ji ber xebata hevbeş, kavilên avahîyan ên ku li ser serê xwedîyên wan hilweşîyan, hatin rakirin bê ku girîngîyê bidin nasnameya neteweyî li ser esasê ku tiştên ku komî hev dike, ji yên hev cûda dike, zêdetir e. Bi gotineka din: Bobelatê, hizira hevgirtina kes û gelan, vejîn kir.
Ji alîyê xwe ve jî, Başûrê Kurdistanê, alîkarî rê kir Efrîna wêrankirî, nexasim Cindirêsê, tevî ku li wir polîtîkaya nîjadperestî dihate meşandin. Her wiha, mijara alîkarîya ji alîyê herêmeka kurdî ve hatiye rêkirin, nêrîna komikên çekdar neguhart, lê belê wan koman li dijî niştecihên herêmê rêbazê xwe yê dijminahî û nîjadperestî bikar anî. Di heman demê da, şahîdên kurd û ereb ji Efrînê, ragihandin ku cudahî ne tenê di belavkirina alîkarîyê da bû, lê belê gihaşt asta rakirin û rizgarkirina kurdên di bin kavilan da.
Bê gûman, armanc ji rêkirina alîkarîyê ji alîyê Kurdan ve, ne helwesteka ji bo propogandeyê bû. Lê propogandeya pozîtîf ji alîyê gelê Sûrîyayê yên ku behsa hevgirtin û derbaskirina nakokîyan ji bo rizgarkirinê û alîkarîya kesên mexdûr kirin, hate kirin. Her wiha, rewşenbîran bi nivîskî piştgirî dane helwesta kurdan û Birêveberîya Xweser û Başûrê Kurdistanê, di heman demê da çalakvanan jî dîmen û deng di vê çarçoveyê da tomar kirin. Di encamê da, derbeyek li propogandaya Tirkîyayê ya ku bi israr e alîyên navborî xirab nîşan bide, ket. Nexasim ku xîtaba dijminahî ya Tirkîyayê ya li dijî kurdan ji dema ragihandina damezirandina Birêveberîya Xweser û referanduma serxwebûnê ya kurdên Başûrê Kurdistanê û HDPyê li Tirkîyayê bû oposîzyoneka radîkal a li dijî rejîma desthildar piştî têkçûna pêvajoya aşîtîyê yan jî pêvajoya aşîtîya kurd û Tirkîyayê, nehatîye rawestandin.
Alava propandeyê ya Tirkîyayê gelê Sûrîyayê li dijî kurdên sûrîyayî sor kir. Sûrîyayî jî bi vê xîtabê, bandor bûn. Dibe ku lûtkeya vê bandorê ew bû ku bi israr in Birêveberîya Xweser û kurdên sûrîyayî îzole bikin û wekî dijminan li wan dinêrin û tewanbarkirina wan bi cudaxwazîyê.
Di dirêjahîya dîrokê da, di xeyalên gelêrî yên li Sûrîya, Tirkîya û Iraqê, di demên borî da, nêrîna li ser kurdan li gorî xwesteka rejîmên desthilatdar û propogandaya li dijî hebûna kurdan, dihate şirovekirin, ji bilî ku tu maf nedane kurdan. Di 100 salên borî da jî, du dibistan di vî warî da xebitîn; a yekê hebûna kurdan wekî etnîkî/neteweyî û gelekî ku daxwazên xwe yên sîyasî, çandî û aborî hene, red dike. Dibistana duyemîn bi israr e û hewl dide kurdan dorpêç bike û wan bindest bike û wan bê nasname bike, tevî ku bi awayekî şeklî itîrafê bi kurdan dike. Lê tiştê hevbeş ê di navbera her du dibistanan da, ew e ku her du jî tu çareserîyan ji bo doza kurdan nabîne. Di encamê da, doza kurdan wekî ku lêkolînerê kurd Hemîd Boz Arslan gotiye, rastî dubendîya “înkarkirin û berxwedanê” tê.
Her çi qas em bibêjin ku dema qirkirinên mezin derbas bûye, tevî ku projeyên kuştin, çewisandin, dîspilîn û guhartina demografîk hene, lê sîyaseta dorpêçkirinê heta niha heye. Ji ber vê yekê jî, Tirkîyayê wekî nimûne, kedeka mezin dide da ku daxwazên kurdan sînordar bike an jî têk bibe û tenê daxwazên kurdan di çarçoveya mafên sivîl ên piçûk da sînordar bike, an jî wan bixe nav “sîstema” hilbijartinan û siyasetmedar, parlamento, serokên şaredarîyên wan û rewşenbîrên wan eger ji sîstemê derketin, ceza bike.
Di vê çarçoveyê da, Tirkîya amade ye bi hemû hêza xwe xîtaba sorkirinê li dijî kurdan û afirandina efsaneyan li bara têkilîyên kurdan bi derve û komployên wan ên parçekirinê qaşo di bin navê parastina yekbûna axê ji alîyekî û ji alîyekî din ve jî, dagîrkirina herêmên kurdan ên derveyî Tirkîyayê an jî heta guhartina demografîk li gorî îdyolojîya”endezyarîya civakî” ji alîyekî din ve.
Her ku diçe, alava propogandayê ya Tirkîyayê gelê Sûrîyayê li dijî kurdên sûrîyayî sor dike. Sûrîyayî jî bi vê xîtabê bandor bûn. Dibe ku lûtkeya vê bandorê ku bi israr in ku Birêveberîya Xweser û kurdên sûrîyayî îzole bikin û wekî dijminan li wan dinêrin û bi cudabûnê wan tewanbar bikin. Her wiha, dibe ku sedema redkirina alîkarîyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê da ku wêneyê kurdan di xeyalên gelê Sûrîyayê da, neguhere. Ev yek jî tê wateya ku Tirkîyayê tevî ku di rewşên xwe yên herî xirab da be, dest ji şopandina kurdan û xirabkirina nav û wêneyê wan, bernade.
Tiştê ku dîyar bûye, ew e ku şîyanên darayî û ragihandinê ya ku Tirkîyayê di vî warî da, xerc kiriye û ragihandina fermî ya rejîma Sûrîyayê, bandora wan nema, ji ber rexneyên tund ên oposîzyonê, rewşenbîr û çalakvanên sûrîyayî yên piştgirî dane tevgera kurdan a lezgîn. Her wiha, ji ber derketina dîmenan ji alîyê çalakvanên tirkan, îdîaya Tirkîyayê ya ku kurd li Tirkîyayê wekî “terorîst” nîşan dida, bêbandor kir. Yek ji wan çalakvanan, behsa ciwanên kurdên ên ku bûne alîkar kir û da zanîn ku tiştê ku wê li ser kurdan li dibistan û dezgehên çapemenîyê yên hikûmetê bihîstiye ku kurd hov in û “teror in” derew e.
Ne şerm e ku piştre kurd li gorî derfetên xwe, van xebatên mirovahî û alîkarîyê bi kar bînin. Dibe ku ev xebat bibe destpêka hêza nerm a kurdan, wekî ku çawa niha dewletên Ewropayê û dewletên ereban vê yekê dikin. Wekî ku çawa hêza Tirkîyayê ya nerm di rêzefîlm û fîlmên xwe û bandora xwe ya ragihandinê da ye, lewra kurd dikarin li ser xebatên mirovahî bixebitin.[1]