$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Cîhan Kapar
Nasnav: Amara Cûdî
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Taybet-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 08-05-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Amara Cûdî li nava malbateke Mijînî ji dayik bû ku ji ber zext û zilma dewleta Tirk a mêtinger qirker, ji ber şewitandina gundê xwe neçar ma ji welatê xwe sirgûn bibe. Xelkê Botanê yê berxwedêr ku derbasî Başûrê Kurdistanê bû, ji bo cihekî bibînin ku lê bi cih bibe, bi salan kete nava lêgerînê. Hevrêya me ku di nava rastiyeke wiha de dest bi jiyanê kir, ji roja destpêkê ve zilm û zordariya li gelê me tê kirin, her wiha rastiya dijmin nas kir. Xelkê me yê Botanê piştre Kampa Mexmûrê ava kir û ti carî ji sekna xwe ya bi rûmet û berxwedê tawîz neda. Hevrêya me Amara cûdî jî bi van hest û hişmendiya welatparêziyê ya xelkê me yê Botanê mezin bû. Bi vê têgihiştinê xwest zû dest bi têkoşînê bike, Kurdistanê azad bike û li warê xwe vegere. Hevrêya me Amara dît ku ev yek tenê bi têkçûna dewleta Tirk a faşîst qirker dibe û bi vî rengî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Dema ku gihîşt çiyayên Kurdistanê, asta xeta jinê ya azad û hêza jinê bala wê kişand. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku jineke azad dikare her tiştî bike û bi vî rengî dest bi têkoşînê kir. Hesta jinê, komunalîteya wê û têkiliyên hevrêtiyê bala wê kişand û her tim hewl da xwedî li van mijaran derkeve. Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo kûrkirina xeta azadiyê ya jinê, ji bo xwedîderketina li keda şehîdan, li gelek herêman bi daxwaz, coş û kedkariyeke mezin tevlî bû. Bi dilê xwe yê pak, bi armancên xwe yên mezin û îradeya xwe ya xurt bû Fermandareke YJA Starê ku roj bi roj dibû xwedî tecrûbe û şareza dibû. Ji bo hesab ji kiryarên dijminê qirker bê pirsîn, ji bo tola gel bê hilanîn û serketin bê misogerkirin, di avakirina gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de bi roleke mezin rabû û di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de pêşengî kir. Ti carî ji sekn, tevlîbûn û biryardariya xwe tawîz neda û weke Fermandareke YJA Starê ya fedayî pêşeng, bi lehengî şehîd bû.
[1]