$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Sarya Mahmût
Nasnav: Sarya Çiya
Cihê jidayikbûnê: Şam
Dayik-Bav: Cîhan-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 08-05-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Sarya li nava malbateke welatparêz a li Kobanê ji dayik bû ku ev qad bi berxwedana xwe bûye malê mirovahiyê. Di dema berxwedana Kobanê de şerê ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê meşand, rola ku pê re rabûn û lehengiyên ku nîşan dan,bi xwe dît û jê bi bandor bû. Li ser bingeha dilsoziya bi şehîdên Kurdistanê re piştî azadkirina Kobanê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û sala 2016'an ev biryara xwe pêk anî. Xwegihandina çiyayên Kurdistanê ku ji bo Rêber Apo timî hesreteke, ji bo hevrê Sarya jî bû kelecan û moraleke mezin. Li ser vê bingehê hewl da ku hîn bi xurtî tevlî jiyana partiyê û hevrêtiyê bibe. Baweriya xwe bi wê anî ku jiyaneke rastî, azad, bi wate û kêfxweş tenê bi gerîla dibe û gihîşt wê têgihiştinê ku mirov li nava sîstemê nikarin bibin xwedî jiyaneke azad. Ji bo bibe jineke Kurd a azad û hevrêyeke rasteqîn a Rêber Apo, hewl da xwe perwerde bike û di îdeolojiyê de kûr bibe. Weke gerîlayeke bi daxwaz û bi biryar a YJA Starê derbasî herêma Avaşînê bû, di karê pratîkî de bi erka pêşengiyê rabû. Bi wêrekî û biryardariyeke mezin tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû û weke jinên Kurd ên leheng ku bi salane tirs berdane nava dilê dijmin, bi lehengî şehîd bû.[1]