$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Sûna Taş
Nasnav: Nujîn Amed
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayikê-Bav: Fatma – Mehmet Nurî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/29-04-2021
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Nûjîn li gundê Êrs yê navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye dinê ku Pêngava 15'ê Tebaxê ya Navdar li wir dest pê kiribû, li dijî pergala dagirker fîşeka pêşî li wir hatibû teqandin û gelek zarên xwe yên hêja di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de feda kiriye. Hevrêya me Nûjîn ji ber sedema ku dewleat Tirk a qirker pêşî lê bigire ku gel û gerîla negihe hev, Kurdistanê ji Kurdan vala bike û asîmîle bike gund şewitandin û bêgav kirin ku koçî metropolên Tirkiyê bikin li Mêrsîne mezin bû lê rastiya gel û têkoşînê ku ji nav derketî ti carî ji bîr nekiriye.
Hevrêya me Nûjîn ti caran statûya koledariyê ku pergalê li ser gelê me û jinan ferz kiriye qebûl nekiriye, tim têkoşiyiye hê bi ciwanî bawerî pê aniye ku azadî encex bi têkoşînê dibe û biryar li ser daye ku ev bi tevlêbûna nav refên PKK'ê, gerîlayên azadiyê ev pêkan dibe. Bi vê armancê sala 2002'an tevlî nav refên gerîla bûye û dawiyê gihaştiye çiyayên Kurdistanê ku berî lê dikir û weke parçeyek ji xwe didit. Tevlêbûna xwe ya nav gerîla weke gava pêşî ya ber bi azadiyê ve dîtiye, ji bo ku aliyên pergalên yên paşverû û kevneşopî ser xwe bavêje pir hewl daye. Bi nêzîkatiya pergalê re ku ya zilam serwer ku jinê kêm dibîne, kirasê nexweşan lê dike û dike obje hevrû bûye û têkoşîneke mezin a vê daye. Bi têkoşîna ku dayî pir gheriye, gav bi gav nêzî nasnameya jina azad bûye ku Rêber Apo bi kedeke mezin hewl daye ku vê derxîne holê û li çiyayên Kurdistanê xwe ji nû ve ava kiriye.
Pûçbûna nêzîkatiya pergala zilam serwer ku leşkeriyê tenê weke qadeke mêran dibîne ya bi rastiya PKK'ê, derketina holê ya gerîlatiya jinê û fermandariya wê ya li nav refên PKK'ê heyraniyeke mezin bi hevrêya me Nûjîn re çêkiriye, ji ber vê armancê ji bo ku bibe gerîlayeke jin a pêşeng û fermandar kedeke mezin daye. Li ser şopa fermandarên pêşî yên partiya me PKK'ê Besê, Azîme, Nûjîn, Bêrîtan û Zîlanan meşiyaye, geşkrin û parastina artêjbûna jinê ya ku bi têkoşîn û fedakariyeke mezin ava bûyî weke divêtiyeke dîtiye û hem jî ev weke xwedîderketina li bîranîna hevrêyên şehîd nirxandinye û bûye xwedî pratîkeke wiha. Hevrêya me Nûjîn ji Xakurê heta bi Zagros, Metîna, Amed, Botan, Şengal, Cîlo û Amedê li hemû deverên ku hewceyî bi têkoşînê bûyî li ser hîmê serkeftina teqez xebat kiriye. Weke fermandareke pêşeng a YJA Starê ku li serfiraziyê asê bûyî bûye yek ji şehîden sembol ê têkoşîna azadiya jinê û li nav dîroka têkoşîna me cihê xwe yê birûmet girtiye.[1]