$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Dîlan Sîlînsîn
Nasnav: Avent Feda
Cihê Jidayikbûnê: Manîsa
Navê Dayikê-Bav: Mevlude – Yusuf
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/29-04-2021
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Avent ku bi eslê xwe ji navçeya Farqînê ye, li nav malbateke welatparêz li bajarê Manîsayê çêbûye. Hê dema ciwan nakokiyên giran bi pergala kapîtalîst re jiyaye û li jiyaneke alfernatîf geriyaye. Bi vê armancê dêhnê xwe daye ser têkoşîna çepgir û sosyalîst. Nexasim şêwaza jiyana komunal a Partiya me PKK'ê û têkiliyên hevrêtiyê bandor li ser kiriye û ketiye nav xebatên ciwanan. Di vê pêvajoyê de rastiya gelê Kurd weştir nas kiriye û her wiha hay ji polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd çêbûye. Bi vê çarçoweyê bawerî pê aniye ku têkoşîna karîger a li dijî pergala kapîtal û jandarmaya wê ya li Rojhilata Navîn TC'ê wê bi gerîlatiyê be û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê ku bêrî lê dikir û tevlî nav reêfên gerîla bûye.
Hevrêya me Avent ku piştî tevlî nav refên ferîla dibe di şêwaza şoreşger û tempoya wê de hîç li paş nemayî bi hemû hebûna xwe xwe tevlî nav xebatan dike û dibe xwedî şêwazeke fedayî. Asta lêhûrbûnê li nav banê Hêzên Taybet didomîne û dibe milîtaneke fedayî. Bi kesayata xwe ya kedkar, moral, dirûst û bi devlikaniya xwe tim moralê hevrêyên xwe geş kiriye. Hewl daye ku bibe layiqê tecrûbeya ku ji hevrêyên fedayî standî. Hewl daye ku lêhûrbûnê çalakiyên fedayî pratîk bibe û bi vê biryardariyê bû. Bûye milîtaneke mînak ku hêrsa xwe ya li dijmin tûjtir dikir û rêxistiniya wê dkir. Pir ji hevrêyên xwe hez kiriye û hurmeta daye wan, bi kesayata xwe ya dilnimz û gihaştî tim çavê hevrêyên wê lê digeriya.
2017'an bi îdeoloijiyeke têrker, hêz û moral û kelecan çûye qada Amedê, bi rol û misyoneke çalak rabûye. Dijminê dagirker gelek caran pûç kiriye û derbên giran lê daye. Heval Avent gotin û kirina wê yek bû û li her devera ku lê bû ev nîşan daye. Bi xwebawerî û wêrekî peywirên xwe bi rihekî fedayî bi cih aniye. Xeyalên gelek hevrêyên xwe temam kiriye, hewl daye ku soza dayî wan bi cih bîne, di vê rêyê de bi biryardarî heta şehîdbûnê meşiyaye.[1]