Navê pirtûkê: Cizîra Binxetê û Jiyana Rewşenbîrî
Navê nivîskar: Konê Reş
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: Mîran
Sala çapê: 2023
Wek ku diyar e, sal bi sal kalemêr û pîrejinên me, yên ku ew zargotin di tûrikên xwe de parastiye, ji nav me bardikin.. Nifşê nû jî, di bibin bandora xwendina zimanê Erebî û teknelojiya nû de dûrî ziman û edebiyata Kurdî ya devikî (Zarotina Kurdî), dibin.. Ev zargotina ku li hezarê salan vedigere û bi saya wê, zimanê me, dîroka me, hebûn û reseniya me têde kom bûye û kesayetiya mirovê Kurd pê tê naskirin.. Eger ji niha û pênc salên hatî ve, em liqata edebiyata xwe nekin, emê poşman bibin û em şaşiyek mezin di derheqî kultura xwe a devikî û kesayetiya xwe a Kurdî de dikin…
Naveroka pirtûkê li ser zîlana van mijaran dizîvire:
-Herêma Cizîrê (Binxetê) -Reseniya Kurdan di Cizîrê de -Di Sedsala Dawî Rewşa Ziman û rojnamegeriya Kurdî -Zimanê Kovara HAWARê -Serhildana Wêjeyê Li Rojava -Rewşa Ziman Piştî 2011an -Cizîr Gencîneyeke ji Folklorê Kurdî re -Wêjeya zarokan li Cizîrê -Bi Kurt Kurmancî, Kiye Rewşenbîr -Hizir û Bîra Azad -Cejna Newrozê Li Rojava -Bandora Nexwendina Bi Zimanê Dê -Bandora Sirgûnê di Wêjeya Kurdî de -Giringiya pêwendiyên Welat û Sirgûnê -Giringiyên wergerê ji bo Kurdan -Rola dengbêjan û Jina Kurd di parastina zimanê Kurdî de -Bandora Kurdên Bakur li Kurdên Rojava -Bandora Serhildana Şêx Seîd -Hebûna mê di Zimanê me de ye û gelek babetên din[1]