$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav. Ramazan Aslan
Nasnav: Bager Tolhildan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Rûkiye-Osman
Dem û cihê şehadetê:08-05-2021 / Mêrdînê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Bager Tolhildan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik bû ku ev navçe bi serhildan û welatparêziya xwe tê naskirin. Li nava malbateke welatparêz û dilsozê şehîdan mezin bû. Apê wî hevrêyê me Ferhat (Abdullah Aslan) jî sala 1996'an dema ku fermandarê herêma Bagokê bû li Nisêbînê bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Bager hîn zarok bû ku zilm û rastiya dijminê qirker mêtinger nas kir û biryara têkoşînê hîn di wî temenî de da. Sala 2011'an tevlî nava karên ciwanan bû. Sala 2012'an jî ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve di temenê zarokatiyê de hate girtin, du sal û nîvan li zindanê hate hiştin. Li zindanê rastiya dijmin baştir nas kir, biryar da ku têkoşîna bi bandor û encamgir tenê bi têkoşîna gerîla dibe. Li ser vê bingehê piştî ku ji zindanê erket li Bagokê tevlî nava refên gerîla bû. Sala 2015'an li dijî konsepta qirkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger ku di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de li dijî gelê Kurd û bajarên Kurdistanê xiste meriyetê, beşdarî nava Berxwedana Xweserêveberiyê ya li Nisêbînê bû. Bi pêşengiya Fermandarê me yê Fedayî yê Nemir hevrê Xebatkar tevlî berxwedana Nisêbînê bû ku mêtinger xiste nava sendromê û dîrok nivîsandin. Hevrêyê me Bager tevlî gelek çalakî û şer bû. Di nava şert û mercên herî giran de bi îradeya Apoyî astengî hemû ji pêşiya xwe rakir û careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi perwerdeyê biryardarî û îradeya xwe ya di xeta gerîlayên nû yên serdemê de gihand asta herî bilind, bû fermandarekî mînak. Li eyaleta Mêrdînê wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Cihê xwe di dilê gelê Nisêbînê de girt û hîn sax bû weke lehengekî dihate dîtin.[1]