$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Amed Arslan
Nasnav: Agirîn Karer
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Harîka-Cevdet
Dem û cihê şehadetê: 12-05-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevêya me Agirîn li Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, bi çanda kevnar a Serhedê û nirxên şoreşgerî yên PKK'ê mezin bû. Di demekê de ku polîtîkaya asîmîlasyonê ya dijmin a li dijî gelê me bi rengê herî giran û zirav dihate meşandin, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û kete bin bandora Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo. Hevrêya me Agirîn ku fêhm kir ji bilî koletiyê sîstem jiyaneke din nade jinê, hîn bêhtir hewl da Rêber Apo bixwîne û fêhm bike. Her ku Rêber Apo fêhm kir, baştir analîz kir û bi baweriya ku jiyaneke alternatîfa sîstema kapîtalîst tenê li çiyayên Kurdistanê dibe, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Agirîn lêgerîna xwe ya li jiyana azad, di nava gerîla de jî dewam kir û gihîşt wê baweriyê ku ev yek bi nasnameya jinê ya azad dibe. Li ser vê bingehê bi perwerdeyên îdeolojîk hem bandora sîstema kapîtalîst, hem jî taybetmendiyên jinê yên kevneşop ji ser xwe avêt û ji bo di kesayetiya xwe de nasnameya jinê ya azad ava bike, gavên şoreşgerî avêt. Hevrêya me Agirîn tespîta Rêbertî ji xwe re kir esas ku digot, 'Jin a şer dike azad dibe, jin a azad dibe bedew dibe, jin a bedew tê hezkirin'. Weke gerîlayeke şareza li gelek eniyên Herêmên Parastinê yên Medyayê ma û pratîkeke fedakarî nîşan da. Di demekê de ku faşîzma DAÎŞ'ê êrişên qirkirinê bir ser gelê me yê Êzidî, bi israr xwest biçe Êzidxanê û li vir tevlî gelek çalakiyan bû, tola jinên Êzidî hilanî. Piştî ku partiya me, faşîzma DAÎŞ'ê têk bir û ji Şengalê vekişiya, hevrêya me Agirîn careke din li qada Avaşînê vegeriya. Di salên 2019 û 2020'î de beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin û hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi serketina çalakiyan nîşan da. Hevrêya me Agirîn li dijî mêtingeriya dewleta Tirk a dagirker bi rengekî çalak têkoşiya û tevlî karwanê şehîdan bû.[1]