$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Firat Ozsûcû
Nasnav: Canşêr Avaşîn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Saadet-Mehmet Tahîr
Dem û cihê şehadetê: 11-05-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Canşêr li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi bandora malbat û derdora lê mezin bû, timî li rastiya dewleta Tirk pirsî ku Kurdistan dagir kiriye. Hevrêyê me Canşêr nekarî qebûl bike ku welatê me Kurdistan ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirî be û di heman demê de jiyana ku sîstem ferz dike qebûl nekir. Ji bo vê jî timî kete nava lêgerînan, îdeolojiya Rêbertî nas kir û fêhm kir. Her ku Rêbertî fêhm kir baweriya xwe ya bi jiyana azad xurtir kir. Gihîşt wê baweriyê ku jiyana azad tenê bi dervemayina li sîstemê dibe û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû, xwe weke jinûve ji dayik bûye hîs kir û di demeke kurt de bi jiyana li çiyê re bû ye, bandora sîstemê ji ser xwe avêt. Bi perwerdeyên leşkerî û îedolojîk ber bi gerîlatiya serdema nû ve gav avêt û her roj di kesayetiya xwe de pêşketinên mezin afirand. Hevrêyê me Canşêr li qada Avaşînê ku li wir dest bi gerîlatiyê kir, li dijî operasyonên dagirkeriyê yên dijmin, heta roja ku pşehîd bibe bi wêrekî û fedakariyeke mezin şer kir. Bi van taybetmendiyên xwe bû mînakek ji kesayetiya milîtan a Apoyî.[1]