$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Kubra Kiliç
Nasnav: Viyan Botan
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Gûrbet-Hakîm
Dem û cihê şehadetê: 12-05-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Viyan li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, bi çanda kevnar a Botanê mezin bû û cewheriya berxwedêriyê ya jinên Botanê di kesayetiya xwe de nîşan da. Hevrêya me Viyan polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê me ji nêz ve dît, ev polîtîka ti carî qebûl nekir. Bi taybetî di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji bo hilanîna tola komkujiyên ku dijmin li Cizîrê û Nisêbînê li dijî gelê me kir, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Viyan di demeke nêz de hînî jiyana gerîla û çiyê bû û bi coşeke mezin beşdarî karên şoreşê bû. Hevrêya me Viyan kelecana xwe di pratîka xwe de jî nîşan da û bi vê taybetmendiya xwe bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re. Her tim hewl da bibe gerîlayeke baş û xurt û bi vê armancê bi eleqeyeke mezin tevlî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû. Di heman demê de hewl da Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo fêhm bike, li ser vê bingehê hewl da bersivê bide pirsa 'jin a azad çawa dibe?' Hevrêya me Viyan ku yek ji mînakên herî baş ên dilsoziya jina Kurd a bi xak û welatê xwe bû, hem li hemberî faşîzma DAÎŞ'ê hem jî li dijî mêtingeriya Tirk a li dijî welatê me û gelê me bêdeng nema, li qadên herî dijwar ên şer tevlî kar bû. Hevrêya me Viyan li herêma Avaşînê ev sekna xwe li dijî hewldana dagirkeriyê dewam kir û ji bo tola hevrêyên şehîd bûne hilîne, kete nava hewldaneke mezin. Hevrêya me Viyan bi vî rengî dilsoziya xwe ya bi hevrêyên şehîd û Rêber Apo nîşan da û tevlî nava karwanê şehîdan bû. Li Avaşînê tevlî nava lehengên nemir bû.[1]