$”#DOZA MIN# ” (Bîranîn û serpêhatiyên Salih Înce)$
#Lokman Polat#
Dema min û hevalên Liceyî ên Riya Azadî/Psk me li Licê di sala 1976an de buroya kovara Ozgurluk Yolu vekir, me buroyê bi afîşên kovara Roja Nû ku ji Swêdê ji me re hatibûn şiyandin, xemilandibû. Me bihîstibû ku Salih Înce li Stockholmê di komela Komkarê de dixebite û bi karûbarê siyasî û rêxirtinî mijul e û di weşana kovara Roja Nû de xebatkarekî ye.
Rojeke em pê hesiyan gotin Salih Înce hatiye li Kulpê/Pasurê ye. Em zanibûn ew kulpî/pasurî ye. Me biryar girt ku em sê kes herine Pasurê serlêdana wî, xêrhatina wî bikin, rû bi rû hevûdu nas bikin û pê re sohbet bikin.
Ez, mamoste Mihyedîn û hevalê Ferîd, em hersê çûn Pasurê. Li Pasurê wek hêzên siyasî hevalên Riya Azadî û Ddkdyî hebû. Ji xeynê van herdu partiyan rêxistineke din tunebû. Em çûn Pasurê, me hevalên xwe ên Riya Azadî dît, pirsa Salih kir, wan gotin Salih çûye gundê xwe û nediyare dê kîngê were Pasurê. Gund durê navçeyê bû û arebe/wesaît tunebû ku em herin. Em li Pasurê man, me bi Dddkdeyiyan re minaqeşeya siyasî kir û paşê em vegeriyan hatin navçeya Licê.
Êdî me Salih Înce nedît, ta ku ez hatin Swêdê, min ew li Stockholmê dît. Lê, êdî em xwedî nêrînên cuda bûn û tu têkiliyek an jî sohbetek me çê nebû. Niha dema min dest bi xwendina bîranînên wî kir, ev çûyina me a ji bo dîtina wî ya Pasurê hate bîra min.
Salih Înce li Pasê/kulpê ji dayik bûye, hatiye dinê. Wek tevahiya kesayetiyên ku bîranînên xwe nivîsîne, ew jî bi biçûkiya xwe dest pê dike û qala malbata xwe dike. Eslê wan ji bajarê Bedlîsê ne, ji ber êriş û dakirkirina Bedlîsê ji alî artêşa Rus û ermeniyan ji wir koç kirine hatine gundeke Pasûrê.
Salih Înce di bîranînên xwe de behsa Recoyê Kulpî ku kujerê 17 kesan bû û paşê ji alî kesêkî ku Reco bavê wî kuştibû ve hate kuştin dike. Ew qala Çeko ku hevalê Dr. Şivan bû û bi Şîvan re hatibû kuştin ku ew jî ji Pasûrê bû, dike.
Salih bîranînên xwe yên xwendina dibîstanê û behsa Diyarbekir û navçeyên wê jî dike. Ew dibêje ”Qaçaxçiyên Liceyî û dizên Hezroyê meşûr bûn.” Salih demek li gundê Licê, li Dêrqamê mamostetî kiriye. Dibêje; ”Li Licê herkes bi kurdî diaxife û bi kurdîtiya xwe serbilind in/” Rûpel : 69.
Salih Înce piştê ku çend sal mamostetî dike, tê Swêdê û ji 40 salan zêdetire, ango nêzîkê 50 salane ku li Swêdê dijî. Di bîranînên xwe de Salih behsa kar û xebatên siyasî û komeleyatî ya li Swêdê dike. Hatina Ecevîtê kemalîst û şoven a li Swêdê, protestokirina wî ji alî kurdan ve, civîna Ecevît a bi gelê Swêdê re û û ji alî kurdan ve di civînê de li hemberê şoventiya wî derketin, ango protestokirina wî tê qal kirin.
Damezrandina federasyona komeleyên Kurdistanê li Swêdê, xebatên komeleyatî, reqabeta di nav siyasetên kurdan de, di hilbijartinên serokatiya federasyonê di kongreya federasyonê de tê rave kirin.
Salih di sala 1977an de diçe rêwîtiya Moskova û Lenîngradê û behsa sazûmana Sovyetê dike. Lêbelê ne bi çavên rexneyî, berevajê wê sazûmana Sovyetê diparêze. Sovyet têk çû, xirab bû, hilweşiya lê diyare hinek kesên sovyetçî yên dema berê hêj jî Sovyetçî mane, sovyetîne.
Di bîranînên Salih Înce de beşeke dirêj li ser PSKT (Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê) heye. Ew ji tradisyona PSK/Riya Azadî tê. Wî di PSKê de kar û xebata siyasî û rêxistinî kiribû, lê paşê ji PSKê veqetiya, demeke di nav gruba ku kovara Bergeh weşandin de cih girt. Salih di redaksiyoan kovarê de bi navê. S. Ferman cî girtiye û ew bûye berpirsê weşanxaneya Vejînê. Kovara Bergeh, ev gruba ku Dr. Nacî û Faruk Aras jî di nav de bû, nêzîkê Partiya Komunîst a Tirkiyê/TKPê bû. Ew dem ji bo vê grubê gotin du kes ji wan çûne li pişt perdeyê beşdarê kongreya TKPê bûne. Ji bo kovara Bergeh û vê grubê gotin ketiye rêgeha TKPê. TKPa ku partiyeke kemalîst, sosyal şoven û opotunîst bû. Ji xwe Salih jî di bîranînên xwe de dibêje ku; ”Wî demeke yekîtiya komunîstên kurd û tirk xwestiye. Û TKPê bala wî kişandiye.” Lêbelê diyare, ji bo ku TKP siyaseteke kemalîst û nasyonalîst parastiye, loma jî êdî Salih xwe dûrê wan daye.
Salih Înce di beşa bîranînên PSKê de weke Burkaycîyekî tiştan şîrove kiriye. Digel ku dema K. Burkay sekreterê PSKê bû ew veqetiyaye jî, dîsa jî Burkaycî maye. Ji xwe wî di bîranînên xwe de rexne li Burkay û PSKê negirtiye û herweha negotiye ew ji bo çi, çima ji PSKê veqetiyaye.
Şîroveya Salih Înce a ji bo rahmetî Zekî Adsiz û Urfan Alpaslan weke ya ”genelgeya” ku Burkay li dijê Zekî Adsiz û hevalên wî derxistibû û di nav PSKê de li endaman belav kiribû ye. Diyare Salih di bin bandora dîtinên K.Burkay ên derbarê wan de maye.
Di bîranîn Salih Înce de tiştên basît hene, tiştên ku wek xwendevanekî bala min bikişandana tune. Wî bîranînên xwe jî bi mentalîteya kultura swêdiyan nivîsiye. Ew behsa Urfan Alpaslan ku cixareya Zekî Adsiz pêxistiye dike û ev jê re ecêb hatiye. Heger Salih li gor mêvanperveriya kurdan bifikiriya ji xwe pêwîst nedikir ku vî tiştî binivîse. Mêvaek were mala mirov dixwazî bila temenî biçûk be jî, dema cixara xwe derxe û agirê wî tunebe mirov agir ji berika xwe derxe û cixara wî pêxe, ev tişteke normal e, tebiiye, mêvanperveriye. Wî heta behsa cixare pêxistinê dikir bila behsa fedekarî û canfedatiya Urfan Alpaslan ji bo doza kurd û Kurdistanê û vegera wî ya ji Swêdê, çûyina wî ya Kurdistanê û li Kurdistanê şehîdbûna wî bahs bikira. Wî beriya cixare pêxistinê bila çentecîtiya kesên ku çenteya Burkay digirt û jê re şelafî dikir bahs bikira. Bi vî şiklî behskirina Salih Înce ya derbarê şehîd Urfan Alpaslan û Zekî Adsiz bê rêziye, bê hurmetiye.
Salih behsa helbestvanê navdar Cegerxwîn dike, têkilî û alîkariya ku wî û Henîfî Çeleplî pê re kirine qal dike û dibêje; ”Dema ez û Henîfî Çeleplî ji PSKê veqetiyan me ji Cegerxwîn re negot.” Lêbelê nabêje ku ji bo çi? Çima ew yan jî ew û Henîfî ji PSKê veqetiyane.
Di pirtûka bîranînên Salih Înce de beşa herî baş rêwîtiya wî, Henîfî û yekî swêdî a çûyinai Ermenîstanê û li wir dîtina rewşenbîr û nivîskarên kurd e. Salih behsa pêkanîna ”platforma yekîtiya soreşger û welatparêz” a ku li Swêdê/Stockholmê pêk hatibû dike. Ew jî di nav vê platformê de cih digre. Armanca platformê damezrandina partiyek millî û demokratîk e. Lê tê zanîn ku ev platform bi ser neket û partiyek weha danemezrand. Ew çûn bi hinek grubûn din re, bi hinek kesên ku ji Rizgarî veqetiyabû, hinek ji PSKê, hinek ji PDKa bakur, bi wan kesan re bi navê PDK/Hevgirtin partiyek ava kirin. Ev PDK/Hevgirtin paşê navê xwe kir PDK/Bakur. Lêbelê piraniya kesên ku ew dem di PDK/Hevgirtin de bû, paşê dev jê berdan, jê veqetiyan ango ew di PDK/Bakur de nîn in. Niha li bakurê Kurdistanê 5 PDK hene û ferqa wan jî ji hevûdu tun in û her 5 jî grubên marjînal in.
Bûyera mirina jin û kurê Salih ê 7 salî ji hêla derûnî/psîkolojîk ve rewşa wî xerab dike. Bûyereke drama ye, trajedî ye. Mirov pê diêşe, gelek li ber dikeve. Salih ji bo trajediya malbatî weha dibêje : ”…. Sala 1994 felaketek bi serê min da hat. Min hevjina xwe û kurê xwe yê heft salî Kendal, bi gorî kiribû. Nîvê min jî ketibû nava tabûta piçûk a kurê min. Ez tevî kurê xwe yê du salî nîv mirov mabûm, nîvê min çûbû. Min ji kurê xwe yê ku miribû ra digot Cano. Min di nav daristana da bi dengê bilind bang li wî dikir û digirîyam. Bi şev bi girîn şîyar dibûm. Ji cehennemek bêdawî derbas dibûm.”
Damezrandin, kar û xebata ji bo avakirina Weqfa çandî ya kurdî li Stockholmê bi berferehî tê qal kirin. Weqf 120 hezar pirtûkên zarokan çap dike û li bakurê Kurdistanê li zarokên kurd belav dike. Salih dibêje projeya belavkirina pirtûkên zarokan ”bi rêdana AKP, bi taybetî jî bi hewildana Abdullah Gül bi ser ket.” Hewldaneke Weeqfê a baş jî ji bo perwerdeya kurdî ji Kurdistanê xwendevan tîne di Unîversîteya/Zankoya Uppsalayê de perwerde dike.
Weqf dostê gelê kurd mamoste Îsmaîl Beşîkçî tîne Swêdê û konferans/civîn amade dike. Mamoste Beşîkçî li ser pirsa doza kurd û Kurdistanê diaxife. Wek ku Salih jî dibêje; ”Kurd ji Beşîkçî hez dikin û beşdarê konferansa wî dibin. Pê re hevdîdin pêk tînin, gohdariya axaftina wî dikin.”
Di pirtûkê de kar û xebatên Weqfê, projeyên ku çêkirine bi berferehî tê qal kirin. Di hêla projeyan, pereyê ku ji dezgehên Swêdiyan wergirtine de Salih Înce dirust tevgeriyaye û yeko yek qal kiriye ku ji kur çiqas ji bo kîjan proje wergirtine û li kur xerc kirine, mesref kirine bahs kiriye. Hinek kesên din gelek proje çêkirine, gelek pere wergirtine, ji xwe re restorant vekirine, vîla, xanî/avahî û qamyon kirîne, lê heta niha kesekî wek Salih Înce behsa projeyan û pereyên ku ji bo projeyan girtine, wan peran pê çikirine, qal nekirine. Lewre jî ev agahdariyên Salih Înce hêjayê pesnê ye û bi teqdîr e, dirustiya wî ye.
Pirtûka bîranînên Salih Înce bi çûyina paytextê başurê Kurdistanê, Hewlêrê û bi sohbetên ÎKEAyê dawî dibe. Sohbetên ÎKEAyê kesên nas, dost û hevalên hev ên ji heman tradîsyona siyasî hatine ji xwe re li aşxaneya/kafeterya ÎKEAyê dicivin, bi hevre sohbet dikin, li ser pirs û pirsgirêkên siyasî dîtinên xwe ji hev re rave dikin, qala rewşa welat dikin.
Di dawiya pirtûkê de çend wêne jî hene.
*Salih İnce DOZA MİN bîranîn‐ serpêhatî 234 rûpel bi wêne. Çapa yekem: Apec, Stockholm 2020[1]