$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Îsmet Bîlgîç
Nasnav: Rustem Fîraz
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Rabîa-Îsa
Dem û cihê şehadetê: 30-03-2021 / Mêrdîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Rustem Fîraz li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di demekê de ku dewleta Tirk a qirker bi destê faşîzma DAÎŞ'ê û piştre jî bi xwe yekser kete dewrê û bi rengekî bêperwa êrişî gelê Kurd kir, bi bandora atmosfera şoreşgerî ya xelkê me yê RSojava tevlî nava Hêzên Şoreşger ên Rojava bû. Li Rojava li gelek eniyan bi lehengî şer kir û piştî ku faşîzma DAÎŞ'ê têk bir berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji bo li dijî mamosteyê DAÎŞ'ê dewleta Tirk têbikoşe, di xeta Gerîlayên Modernîteya Demokratîk de xwe perwerde kir, amade kir û li ser vê bingehê berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Weke milîtanekî fedayî yê Apoyî yê mînak şehîd bû.
Hevrêyên me yên leheng ên li Eyaleta Mêrdînê destanên lehengiyê nivîsandin, li gorî baweriya xwe jiyan û xwe ji têkoşîna ji bo armancên xwe ti carî venegirtin, bîrdariya berxwedanê ne ku gelê Kurdistanê wê timî bi wan serbilind be. Em soz didin ku em ê bibin şopdarên xeta şehîdan û heta dawiyê bi armancên wan re dilsoz bin.[1]