$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Nurettîn Mustafayî
Nasnav: Delîl Bahoz
Cihê Jidayikbûnê: Maku
Navê Dayikê-Bav: Besra – Mûstafa
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Şemzînan/09-07-2018
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Delîl li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê û bi çanda Kurd a berxwedêr a qedîm mezin bûye. Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî polîtîkayên qirker a dewleta Tirk a li ser gelê Kurd her demê di nava berxwedanê de ye, tim di nava berxwedanê de aktîf cih girtiye û berdêl daye, bi raman felsefeya Rêber Apo li dijî sîstema mêtingerî û dagirkeriyê li gel hemû parçeyên Kurdistanê de ketine nava berxwedaneke bê emsal. Hevrêyê me Delîl ê bi çandeke xurt ku bi hemû şêwaza berxwedan û şoreşê bûyî yek mezin bûyî, ketina ser vê rêyê rûmetê ji bo xwe weke erkekê dibîne. Hevrêyê me Delîl ê demeke dirêj li Zagrosan gerîlatiyê dike, her demê di serketinê de xwe kilîd kiriye, lehengiyek din li Zagrosan zêde kiriye. Xwe di felsefeya îdeolojiya Rêber Apo de kûrkiriye, di pratîka gerîlatiyê de bûye milîtanekî fedayî yê pêşeng. Hevrê Delîl di pratîka xwe ya 8 salan a li Zagrosan bi keda xwe ya bê emsal, bûye xwedî destaneke dîrokî. Hevrê Delîl di gelek çalakiyan de ku derbên xurt li dagirkeran daye cih girtiye, hemû erkên xwe bi serketî bi cih aniye. Bûye şopdarê fermandarê nemir ê Zagorosan Reşîd Serdaran û erkên xwe yên dîrokî di astekî herî bilind û bi baweriyeke mezin bi cih aniye. Hevrê Delîl wê her demê di nava lehengên Zagrosê de cihê xwe di nava têkoşîna me de bigire.
[1]