$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Gullu Tînîç
Nasnav: Viyan Yilmaz
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Nadîrşah – Resûl
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Şemzînan/09-07-2018
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Viyan li malbateke welatparêz jidayik bûyî, li nav çandeke berxwedêr teşe girtiye, bi bîreweriya welatparêziyê helwesta li dijî zilmê, li Kurdistanê rêgeza sereke û peywira bingehîn a welatparêziyê ye. Hevrêya me Viyan bi vê bîrewerî û berpirsyariyê mezin bûye.Zilma dewleta Tirk a mêtingeriya qirker a li ser Kurdan ti caran qebûl nekiriye, li dijî dagirkerî û pergala mêtingeriyê, hîs kiriye ku têkoşîn bivenevê ye û ji ber vê 2014'an tevlî nav refên gerîla bûye. Hevrêya me di demeke kurt de di jiyana xwe ya gerîlatiyê de pir li xwe zêde kiriye, ji bo ku li ser felsefeya Rêber Apo û îdeolojiya rizgariya jinê kûr bibe pir hewl daye. Hevrêya me Viyan bi eşqeke mezin ji çiyayên Kurdistanê hez kiriye, di xebatên pratîk de bûye xwedî serkeftinên mezin. Di jiyana xwe ya gerîlatiyê de bi peywirên cihê rabûye û hemû peywir û berpirsyariyên xwe bi serkeftineke mezin bi cih aniye. Hevrêya me Viyan bi keda xwe, bi temsîla jina azad û bi helwesta milîtaniya fedayî ya Apoyî, dastana lehengiyê di demeke kurt de pêk aniye û bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê daniye.[1]