Tevgera Wergera Kurmancî li Sûrî û Tirkîyeyê
Hîndekar, Zanîngeha Mardin Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî li Tirkîyeyê, Beşa Ziman û Çanda Kurdî
Ayhan YILDIZ
2020
Xebatên wergerê ji bo nûjenkirina zimanan û pêşveçûna edebîyata dunyayê giring e. Zimanên dunyayê bi rêya wergerê tên pêşberî hev û edebîyatên curbicur ên gelên dunyayê bi rêya wergerê hev dinasin. Çand û şaristanîya dunyayê, bi rêya xebatên wergerê hev nas dikin. Ji ber van egeran werger xwedî karîgerîyeke alemgiştî ye. Hin berhem di sedsala sêyem a koçî de ji kurdî hatine wergerandin; peyre êdî berhem ji zimanên din li kurdî hatine wergerandin. Garzonî, Mehmûdê Bazidî û Fossum bi wergera kurdî re eleqedar bûne. Li Stenbol û Şamê kovarên kurdan wergerên kurmancî weşandine. Bi taybetî li Stenbolê, piştî salên 1992yan wergerên urdî zêde bûne. Muderrisên medreseyan di qada xwe de bi awayê devkî û nivîskî karê wergera kurdî pêk anîne.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=484576&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=https://www.kurdipedia.org/admin_editor.aspx?expand=0&lng=4&id=20230423112911484576=KTML_Link_External_End=