$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav. Çetîn Temel
Nasnav: Senar Derîk
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Mekiya-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 11-07-2019/ Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Senar li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji dayik bû ku yek ji herêmên welatparêziya xurt e. Li nava malbateke ji taybetmendiyên neteweyî û çanda Kurd ji dayik bû. Di salên 1990'î de bi destanên serhildanên gel ên li herêma me mezin bû. Hevrê Senar di demekê de ku êrişên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Şengalê û Rojava zêde bû, bi gaveke wijdanî tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Senar ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bû xwedî sekn û pratîkeke li gorî pêvajoya dîrokî. Hevrêyê me Senar jî mîna 3 hevrêyên din li herêma me ya Avaşînê bû yek ji pêşengên pratîka Şerê Gel ê Şoreşgerî û bû lehengekî ku mohra xwe li dîrokê xist.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Agir, Hozan, Mahîr û Senar ku milîtanên leheng ên Şoreşa Kurdistanê ne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê xeyalên wan pêk bînin û tola wan hilînin.[1]