=KTML_Bold=ROJNAMEGERIYA KURDî GIHÎŞTIYE KU?=KTML_End=
=KTML_Underline=Husên DuZen=KTML_End=
22ê Nîsanê ji aliyê kurdan ve wek roja rojnemegeriya kurdî tê pîroz kirin. Her wisa her sal di vê rojê de bahsa yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî dibe ku sala sala 1898an, li paytextê Misrê, Qahîrê ji aliyê Miqdad Mîdhat Bedirxan ve hatibû derxistin. Navê wê rojnamê KURDISTAN bû. Li gelek deverên Kurdistanê û welatên din 22'ê Nîsanê çalakiyên cûda tên lidarxistin.
Di ҫarҫoveya van ҫalakiyên kurdan de bahsa#rojnameya Kurdistan# dibe, giringahiya wê di dîroka rojnamegerîya kurdî de tê nixandin, li gel ku agahdariyên ku tên dan di ҫarҫeveya hin agahdariyên ansiklopedik dimînin jî.
Dînamîzma rojnamegeriyê wek hêza ҫaremîn ji derveyî nîqaşên kurdan dimîne. Di van 125 salên ku piştî rojnameya navderbasbûyî derҫûne de gelek guhertin di rojnamegeriya nûjen de pêk hatin. Bi tevahî rojnamegerî êdî li dunya azad mîna hêza ҫaremîn tê pejirandin ku bi riya wê raya giştî tê afirandin û wek hêz dewletê û hersî hêzên wê, ango legislativê, exekutivê und judikativê kontrol dike, ji bo sextekarî nikaribin bi destê desthilatdaran pêk bên.
Li gel ku kurd li ser vê rojê zahf diaxivin jî dûrî gotûbêjeke bi vê wateyê ne. Tevahiya dezgehên rojnamegeriyê yên bi bandor di destê partiyên siyasî de ne. Di van hoyan de ne derfeta pêkanîna Rayeke Giştî heye ne jî Hizra Azad dikare ber xwe bibîne.
Min ҫiqas dixwest ku ji dêvla komkirina agahdariyên ansklopedik mîna bênderan hin danûstaninên bi vê wateyê jî karîbana di rojake wisa de pêk bihatana.[1]