=KTML_Bold=Di Roja Rojnamevaniya Kurdî de Miqdad Midhet û Kurdistan=KTML_End=
REWŞAN DENIZ
Rojnameya Kurdistan, roja 22'ê Nîsana 1898'an bi pêşengiya Miqdad Midhet Bedirxanî li Qahîreyê dest bi weşanê kir. Rojnamegeriya Kurdî li ser vê bingehê 125 sal in tevî gelek zor û zehmetiyan têkoşîna xwe dewam dike. Rojname hingê heta 14´ê Nîsana 1902´yan karî 31 hejmaran derxe. Bi vî karê xwe yê xizmeta miletê Kurd, roja weşana hejmara yekê ya rojnameya Kurdistanê, ango 22´yê Nîsanê jî wekî Roja Rojnamevaniya Kurd tê prîrozkirin.
=KTML_Bold=Xanî, Hacî Qadir û Bedirxanî=KTML_End=
Em dema berê xwe bidin rojnameyê, belkî pêşî girîng be em li beşekê ji helbesteke Miqdad Midhet Begê binihêrin ya ku di hejmara 3´yan a Kurdistanê de sala 1898´an de derçûye:
Ta rêk nekewin qebîlî ekrad
Her wa dibine xerabe abad!
Enwa'î mîlel le gewre ta çûk
Xemilîwe memalîkî wekû bûk
Yek berg in û yek zuban û yek reng
Bê xeybet û xeyb û 'ar û bê deng
Di vê helbestê de ya darî çav ew şibihîna terzê helbestê û banga wê ya deng û naverokê ya bi Mem û Zîna Ehmedê Xanî re darî çav e:
Da xelqi nebêjitin ku “Ekrad
Bê me’rîfet in, bê esl û bunyad
Enwa’ê milel xwudankitêb in
Kurmanci tenê-di bêhesêb in”
Di vê şibihandinê de bivênevê tesîreke din jî darî çav e; ew jî bikaranîna peyvên Soranî yên weke rêk nekewin, xemilîwe ye. Gazina Miqdad Midhet birêxistinnebûna eşîrên Kurdan e. Di encamê de jî ew rê li ber digire ku weke miletên mezin û piçûk karibin bibin xwedî dewlet, yan jî memleket. Ev peyvên bi Soranî, hîç şik û guman tê de nîne ku ji mamosteyê wî Hacî Qadirî Koyî jê re mane. Jixwe, Hacî Qadir, Mem û Zîn a Xanî weke ders dabû zarokên malbata Bedirxaniyan li Stenbolê.
Bi herhalî eşkere ye ku yekîtiya eşîrên Kurd ji bo Miqdad Midhet Bedirxan yek ji sedemên sereke ya weşangeriya bi Kurdî ye.
=KTML_Bold=Rêwîtiya zehmet a rojnameya Kurdistanê=KTML_End=
Miqdad Midhed Bedirxan dixwest rojnameya Kurdistanê 15 rojan carekê derxe, lê ji ber zehmetiyên aborî û siyasî, ev rojname bi rêk û pêk derneçû, gelek caran jî mekanê xwe yê weşanê guherand. Jixwe, Miqdad Mithet bi xwe her pênc hejmarên destpêkê derxistin. Di wan her pênc hejmaran de jî nivîsên wî em peyda dikin. Piştî ku ji ber nexweşiyê rehmet dike, birayê wî Ebdirehman Bedirxan wê weşana rojnameyê dewam bikira. Em berê awira xwe bidin Miqdad Midhet Bedirxanî bi rêya wê gotara Konê Reş a sala 2009´an a di Netkurdê de belavbûyî û bi nivîsên wî yên di rojnameya Kurdistanê de hatine weşandin.
Em dizanin ku 31 hejmarên Kurdistanê hatine çapkirin ku ji van 5 hejmarên destpêkê li Qahîreyê derçûne, yên mayî jî çawa Konê Reş jî dibêje, ji 6-31´ê xwediyê wan Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, birayê Mîr Miqdad, cihê weşandina wan ji 6-19´an li Cinêvê çap bûne; ji 20-23´an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara 24´an li Londonê çap bûye; hejmarên 25-29´an li Folkestonê û herdu hejmarên dawîn li Cinêvê çap bûne. Tev hejmar hatine dîtin ji bilî hejmara 19 an, hêj ev hejmar nebedîye.
Mîr Miqdad Midhet ji her hejmarê 2000 nusxe di ser Şamê re dişandin Kurdistanê. Em li vir kevanekê vekin û bibêjin, piştî sala 1906´an, ji ber kuştina Ridvan Paşa, Mîr Miqdad Midhet Bedirxan sirgûnî Mekihê bûye û jê û pê ve derbarê wî de agahî li ber destê me nînin.
Ji bo mirov tê bigihîje ka bi kîjan hewas û arezûyan Miqdad Midhed Begê rojnameya Kurdistanê weşandiye, maqûl e em berê xwe bidin metnên wî yên di rojnameyê de. Di rûpelê 1 ê hejmara yekê de ew dibêje:
‘’Heyfa min têt ji Kurda re, Kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiş û zeka ne, camêr in, di dînê xwe de rast û qewîn e. Xurt in û dîsa wek qewmên dî ne xwenda ne, ne dolmend in, dinyayê de çi dibe, cîranê wan Misqof çawa ye, wê çi bike nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna Xwedê te'ala paş niho her pazdeh roja de carekê, ezê cerîdeyekê binivîsim. Navê wê min kiriye KURDISTAN, vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya ilim û me'arîfeta bikim, li kûderê mirov die'lime, li kûderê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîşa kurda bikim. Li kûderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, ticaret çilo dibe, ezê hemiya hekat bikim. Heta niho kesî cerîdekî holê ne nivîsiye, ev cerîdeya mina ha ya ewilî ye, loma wê gelek kêmayî hebitin. Ez hêvî dikim kêmaya cerîdeyê ji min re binivîsin. Hemi tişt wekî nû çêdibin kêmin, paşê hinekî diçe, dikeve rê de... ‘’
Em eşkere tê digihîjin ku mitaleyeke Miqdad Midhet Bedirxanî heye ku ew jî di nav Kurdan de belavkirina ilm, agahî û bîreweriyê ye. Ew Kurdan xwedî aqil dibîne û lewma jî dikeve nava hewldana haydarkirina wan. Ango bi ya wî, bi rêya nivîsê wê mumkin bibe ku Kurdan derbarê cîranê wan Moskovê de, derbarê şeran û dinyayê de haydar bike. Kurd jî dinyayê nas bikin, wê bi aqlê xwe yê heyî, karibin xwe birêxistin bikin.
=KTML_Bold=Gazinên ji malmezinan=KTML_End=
Tevî ku ew bi xwe jî malmezin e, bawer dike ku bi handan, gazin û tehnan karibe malmezinên Kurd di biwara doza Kurdan de bilivîne (hejmar 2, 1898):
‘’Gelî mîr Axa û Paşano! Ez ji we dipirsim, kê ji we heta niho ji wetenê xwe re çi kiriye, da em bizanin hun hez wetenê xwe dikin, hezkirina weten ew e ku mirov nehêle dijminê mirov bikeve nêv wetenê mirov de. Hezkirina weten ewe ku mirov wetenê xwe ava bike, mekteba, medresa û xêrata çêke, hezkirina weten ewe ku mirov zaroyên wetenê xwe bide xwendin, bide e'limandin û sin'et û me'erîfeta.’’
=KTML_Bold=Bang ji bo berxwedanê=KTML_End=
Banga wî ya berxwedan û serîhildanê weke desthilênin di hejmara 3´yan rûpel 2 de xwe dide der; pê re jî êdî ew ne tenê bang li malmezinan dike lê armanca xîtaba wî êdî bûye Gelî Kurdino!:
‘’Hun jî dest hilênin, bielimin ilim û hunera da Xwedê Te'ala û rwûl Ellah eleyihî elselam ji we razî be, da hun bikaribin, dîn û namûsa xwe ji şerê dijmina hefiz bikin, da hun jî bikaribin wetenên xwede rûnin, da hun jî ji vê rêncberî yê xelas bibin.’’
Ew bi heman rengî weke pêşeng bang li malmezinên Kurdan jî dike. Em di heman demê de dibînin ku bi tecrûbe û dinyadîtina xwe ya heta hingê Miqdad Midhet Begê gihiştiye wê encamê ku milet bi temamê bi ilm û merîfet dikare, xwe ji yên dora xwe xurttir bike. Ango ji bo wê doza avakirina netewe û neteweyeke ku karibe welatê xwe biparêze, xwendin û ilm li pêş datîne, çawa ku di adeta giştî ya belavbûna neteweparêziyê li seranserê dinyayê de hebû.[1]