=KTML_Bold=Celal Mihemed Elî Remî=KTML_End=
• Ew helbestvan, nivîskar û lêkolîner di warê mirovî de.
• Di dîroka 01-02-1980'î de li bajarê Kobanî ji dayîk bûye.
• Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehî li dibistanên Kobanî xwendiye.
• Xwebexş di warê mirovî û komeleyên mirovên astengdar de xebitiye.
• Piştî şoreşa Sûriyayê heyva Sor a Kurd de xebitî, tevî rêxistinên siyasî û koçberan.
=KTML_Bold=Bawernameyên Zanistî:=KTML_End=
• Di sala 2006'an de li zanîngeha Helebê dibloma neştergeriyê wergirtiye.
• Bekeloriyos di zanista pskolojiyê di sala 2008'an zanîngeha Lubnanî li Beyrûtê wergirtiye.
• Di sala 2019'an de li peymangeha Emerîkî dibloma di warê xwarina bijîşkî wergirtiye.
• Di sala 2021'ê de diktoraya pîşeyî di tenduristî û aştiyê de li zanîgeha Smart Antel ya navnetewî wergirtiye.
• Di sala 2022'ê de diktoraya fexrî di warê tenduristiya giştî de li akademiya rêveberiya navnetewî ya Urdinêwergirtiye.
• Belgeya perwerdehiya navneteweyî di tenduristî û alîkariya yekem de ji Akademiya Rêveberiya Navneteweyî, Urdun, 2022
=KTML_Bold=Jiyana Wêjeyî:=KTML_End=
• Di qonaxên destpêkê yên jiyana xwe de bi beşdarbûna xwe di aheng, festîval û pêşbirkên dibistanan de dest bi xwendina helbestan kiriye
• Di hemû cureyên edebî de jêhatî bû, lê di helbesta pexşan, raman û kurteçîrokê de cihê xwe girt.
• Di qonaxên seretayî de di warê vegotin û helbestê de pileyên yekem bi dest xistiye.
• Di sala 2001ê de li ser asta welat di nivîsa helbesta pexşanî de pileya sêyem stendiye.
• Gelek berhemên wî yên wêjeyî di çend rojnameyên fermî yên Sûriyê /Tişrîn, El-Baas, El-Sewra/ de hatine weşandin.
=KTML_Bold=Berhemên Derçûyî:=KTML_End=
• Ez ê di hezkirina te de bimrim, helbest, 2010
• Alfabeya êşan, pexşan, 2017
• Xêzên li ser dîwaên bîranînan, 2022
=KTML_Bold=Berhemên li ber capê:=KTML_End=
• Mehkûmên mirina nû, kurteçîrok
• Em deqeyeke bêdeng rawestin, helbest.
Çavkanî: hevpeyvîna bi nivîskarê Kurd Celal Remî re
[1]