=KTML_Bold=Kurtejiyana hunermenda Kurd Rende Husên Hacî=KTML_End=
Hunermenda Kurd Renda Husên hewl dide bi hezkirin hunera xwe ya şêwekariyê bi rêya xebata xwe re tiştekî ji herêm û derdorê re pêşkêş bike. Ev warê derbirîna reng û şêwekariyê di salên heştêyî de nas kir, paş zimanê wê li jiyanê vebû.
-Renda Husên di sala 1970'î de li bajarê Helebê ji dayîk bûye ku bi eslê xwe ji herêma Mabetaya ser bi bajarê #Efrîn# ê ve ye.
- Xwendina xwe ya amadehî li Amadehiya El-Qudus li Helebê bi dawî kiriye.
- Di sala 1993'an de ji peymangeha Fethî Mihemed derçûye.
- Ew yek ji malbatên welatparêz e ku di salên 70'î de di nava refên El-Partî de xebat kirine.
- Ew hewl dide bi rengên zeytî rihê hunerê geş bike, di warê xêzkirina El-Ebro de yek ji kesên yekemîn bû di wênezêzî û neqeşkirinê de.
- Li Heleb û Efrîn beşdarî gelek pêşangehên hunerî yên hevbeş bûye, ji wan çar salên biharê li Helebê.
- Bi rêya taployên xwe dixwaze balê bikşîne ser mîrasên gelêrî li Efrînê. Gelek potreyên bi rengên zeytî bo rûyên kurdî xêz kirine tevî cilûbergên gelêyî yên herêma Efrînê, lê mixabin gelek tablopyên xwe ji derd dan ji ber şer û pevçûnê li Helebê.
Hingê Renda Husên tenê di warê dersdayînê de di atolya xwe ve sînordar ma. Her wiha wê demekê li Efrînê di peymangeha Rewşen Bedirxan de xwend, paşê koçî Tirkiyayê bû û li stenbulê bi cih bû û ew bi xwe jî li ser mesela koçberiyê wiha dibêje Rengû hêciyên xwe koçî xurbetê dike Lê tevî rewş koçberî û derbideriyê ew bi rêya tablopyên xwe êş û elemên gelê xwe xêz dike. Her wiha karibû rûyên koçberên sûriyayê xêz bike.
Her wiha wê di dibistana Don Bokso li stenbolê di warê dersdayînê de xebitiye, û her kêliyê bi êşên gelê xwe re dijî[1]
Çavkanî Kurdipedia: Wergera ji zimanê erebî.