=KTML_Bold=Rûdawkî…=KTML_End=
=KTML_Underline=ikram oguz=KTML_End=
Bawerîya min bi qederê heba, min ê bigota parçebûn jî qedera kurdan e.
Carek li enîya wan hatîye nivîsandin û ew bixwazin jî nikarin wê buguherînin.
Lêbelê ne parçebûn, ne jî bindestî qeder e.
Yekitî û azadîya kurdan jî di destê kurdan da ye.
Mixabin ew li rê û rêbazên yekitî û azadîyê nagerin.
Lê di zêdêkirin û afirandina cudahîyên nû û navxweyî da xwedî huner in.
Wek tê zanîn, kurd di warê weşangerîyê da jî pirzimanî ne.
Zimanê herî sereke, zimanê dagirkeran, tirkî, farîsî û erebî ye.
Dû ra kurdî û zaravayên kurdî tên.
Rewş û pergala civakî were guhartinê û ew ji bindestîyê xilas bibin jî, ev yek nayê guhartin.
Ev çil sal e, başûr wek herêmeke federal, ji bindestîyê xilas bûye û azad e.
Hemû televîzyon û rojnameyên wan jî mîna yên bakur, rojava û rojhilat pirzimanî ne.
Ji wan televîzyon û rojnameyan yek jî Rûdaw e.
Rûdaw jî bi erebî, tirkî, farisî, îngilîzî û kurdî (kurmancî, soranî…) weşana xwe dike.
Ez jî ji bo xatirê ziman, Rûdawê dişopînim û her roj li beşa wê ya kurdî dinihêrim.
Nûçe û nivîsen ku tê da hatine weşandin bala min bikîşînin, dixwînim.
Herçiqas bi xwendina nûçe û nivîsên ku di Rûdawê da cîh digrin, carinan xemgîn bibim û biqahirim jî her roj nîv saeteke min bi Rûdawê ra derbas dibe.
Xemgîn dibim û diqahirim, jiber ku zimanê me yê ku ji pênc zaravayan pêk tê, bi saya Rûdawê zaravayeke din lê zêde dibe, ku ez jî ji wê zaravayê ra dibêjim rûdawkî…
Rûdawkî jî ji du xalan pêk tê.
Ya yek, peyv bi kurdî, qalib û hevoksazî jî erebî…
Ya din jî, dîsa peyv bi kurdî qalib û hevoksazî jî bi tirkî ye.
Ya yekemîn ji alî kurdên başûrî va…
Ya duyemîn jî ji alî kurdên ku li bakur mala xwe xirab kirine û di çil salên dawîyê da jî berê xwe dane başûr û nuha jî mala wan xirab dikin va tê bi kar anîn.
Bakurîyên ku çûne başûr sosyalist, demokrat û şoreşger in.
Ji hêz û partîyên xwe yên ji bakur qetîyane, li başûr wek rojnamevan û weşanger, di televîzyon û rojnameyan da dixebitin.
Herçiqas li parçeyek azad û di televizyon û rojnameyên kurdî da bixwebitin jî, bi hişên xwe yên dagirkirî kar û xebatê dikin û tevdigerin.
Bi tirkî difikirin û fikra xwe bi peyvên kurdî, lê bi qalib û hevoksazîya tirkî dinivîsin.
Mînakên ku di vî warî da nişan bidim, zêde ne.
Lêbelê ez di vê nivîsê da tenê hevokeka ku ev du meh e, her roj di Rûdawê da tê dubarekirin, wek mînak nişan didim, ku ew jî ev e:
„Li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê erdhej çê bû…“
Kîngê rastî vê hevokê werim, bêhemdî dikenim û ji xwe dipirsim?
Gelo kê erdhej çêkir, ya jî çawa çê bû?
Dû ra dibêjim, tirkan çêkir û Rûdaw jî agahîya wê çêbûnê dide.
Hûnê bibêjin çima „erdhejandin“ a me di Rûdawê da vediguheze û dibe „erdhej çêbûn“.
Jiber ku rojnamevan û weşangerên ku di Rûdawê da kar û xebatê dikin, hişên wan bi tirkî dixebite. Peyvên ku ji devê wan derdikeve û ji pênûsa wan dinuqute, wergera bi qalib û hevoksazîya tirkî ye.
Loma, „deprem oldu“ ya tirkan di hişê wan da dibe „erdhej çêbû…“ û di Rûdawê da tê weşandin.
Ango bi kurmancî „erd hejîya“ ji qalibê xwe derdikeve û di rûdawkî da dibe „erdhej çêbû…“
***
Di dema zarokatîya min da çîroka erdhejê jî qasî „çêbûna“ wê ya bi rûdawkî gor bîr û bawerîyên kurdan ji hev cuda dihat vegotin.
Sal 1966, demsal havîn.
Di dema bêderan da erd hejîyabû, Gimgim bi gundên derdorê xwe ra wêran bibû.
Li Tatos û gundên derdorê jî hemû kes, bi jin û zarokên xwe va li ser bêderan radizan.
Danê êvarê jin û zarok li dora pîrejinan, mêr jî li dora kalemêran dicivîyan.
Li herdu alîyan jî mijar, erdhej…
Vegotin jî çîrokên li ser erdhejandinê bûn.
Hinek pîrejin û kelemêran digotin; „Me ji bav û kalên xwe bihîstîye, ku dinya li ser qoçê ga hatîye avakirin. Di germahîya havînê da ga di bin barê xwe giran da û di nav xwêdanê da dimîne. Mêş û moz bi bêhna xwêdanê digrin û tên li ser pişt û pala ga datînin. Ji bo ku mêş û mozan ji dûr bixine, ga doçika xwe li ba dike, bi bayê doçikê ra jî dinya li ser qoçê ga dilive û erd diheje…“
Hinekên ku ji dîn û dîyanetê hayîdar jî, bi van gotinan ra qilf û henekên xwe dikirin û bi rengeke din erdhej tarîf dikirin û digotin, „heyran ew tiştên ku hûn dibêjin qilûlikên pîrejinan e. Çi ga û çi mêş û moz… Dinya ji alî Xwedê va û bi şiklê sinîya nan hatîye avakirin. Hemû jîndarên ku li ser wê dijîn jî dîsa ji alî Xwedê va hatine afirandin. Ji wan jîndarên ku wek însan tên binavkirin, carinan Xwedê ji bîr dikin û ji hêz û quweta wî dikevin şikê. Xwedê jî ji bo ku hêz û quweta xwe nîşan bide, bi lerizandina erd û ezman va wan didarizîne.“
Ew pîrejin û kalemêr jixwe û ji gotinên xwe çiqas bawer dikirin, nizanim.
Lê zarokên ku mîna min li wan guhdarî dikirin, ji rastîya gotinên wan biketana şikê jî, dengê xwe nedikirin. Berê di bin çavan ra li hev dinihêrîn, dû ra di ber xwe da û bêdeng dikenîyan…
***
Piştî pêncî salan îro êdî pîrejin û kalemêrên ku bi kurdî çirokan vebibêjin û zarok jî li wan guhdarî bikin, neman e.
Teknolojî pêşda çûye û îro televîzyon û rojnameyên kurdan jî zêde ne.
Her televîzyon û rojname jî pirzimanî ye ku ji wan zimanan yek jî zaravayeke kurdî ye.
Lêbelê her televîzyon û rojname bi awayek zaravayeke nû derdixe û li kurdî zêde dike…
Dema ku mirov li wan temaşe dike ya jî dixwîne, ji kerba dil ne dikare ber xwe da bigrî ne jî dikare bikene…
31-03-2023
ikramoguz@navkurd.net
[1]