=KTML_Bold=Zêmarên Kurdî yên Kafkasya û Herêma Mêrdînê: ji Hêla Teşe, Naverok û Zimanî ve=KTML_End=
=KTML_Underline=Şükrü YILMAZ=KTML_End=
Kurte
Armanca vê xebatê, destnîşankirin û berawirdkirina taybetmendîyên teşeyî, naverokî û zimanî yên zêmarên kurdî yên Kafkasya û herêma Mêrdînê ye. Di vê çarçoveyê da ji çavkanîyên nivîskî û bi xebatên sehayî zêmar hatine berhevkirin. Ev zêmarên berhevkirî hatine berawirdkirin û taybetmendîyên hevbeş û cuda yên teşeyî, naverokî û zimanî yên zêmarên her du herêman hatine tesbîtkirin. Piştî karê berawirdkirinê, hate dîtin ku ji hêla teşeyê ve zêmarên kurdî yên Kafkasyayê kin in û ji bendekê pêk dihên, lê zêmarên herêma Mêrdînê dirêj in. Zêmarên her du herêman bêkêş in û di zêmarên wan da hêmanên ahengê yên wekî serwa, paşserwa, asonans, alîterasyon û dubarekirina peyvan hatine bikaranîn. Ji alîyê naverokê ve gelek mijar û temayên hevbeş hatine bikaranîn, lê her herêm xwedîyê hindek temayên taybet e jî. Hat dîtin ku li her du herêman jî zêmar bi kurdî hatine gotin û di zêmaran da taybetmendîyên devoka herêmê hene. Herçiqas ji alîyê hunerên edebî ve zêmarên herêma Mêrdînê dewlemendtir xuya dikin jî di zêmarên Kafkasyayê da jî hunerên edebî hatine bikaranîn û di zêmarên her du herêman da digel qalibgotin û metaforên hevbeş yên cuda jî hatin dîtin.[1]
peyvên sereke:
Zêmarên Kurdî, Kafkasya, Mêrdîn, Teşe, Kêş, Serwa, Naverok
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=488807&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Zêmarên Kurdî yên Kafkasya û Herêma Mêrdînê: ji Hêla Teşe, Naverok û Zimanî ve=KTML_Link_External_End=