$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Fatma Çorûh
Nasnav: Ciwana Oremar
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Kithen-Enver
Dem û cihê şehadetê: 19-08-2020 / Gever
$Kurtejiyana şehîd:$
Bajarê me Colemêrg ku her tim bi gelê me yê welatparêz ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re hatiye ba hev û bi serhildanên xwe dertiye pêş, bûye yek ji navendên ku li Kurdistanê xeta xwe ya berxwedanê diyar kiriye. Xelkê me yê Colemêrg ê welaparêz bûye şopdarê meşa azadiyê ya Rêber Apo û tevî hemû êrîşên dermirovî yên mêtingeran, ji têkoşîna azadiyê gav paşde ne avêtiye. Hevrêya me Ciwana li Gever a Colemêrgê di nava malbatek me ya bi nirx de ku welatparêz û tevlîbûnên wê yên têkoşîna me hene, hatiye dinê û bi çanda berxwedanê ya eşîreta Oremariyê ku girêdanên civakî yên xurt lê hakim in, mezin bûye. Hevrêya me di temenekî zû de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike û weke jinek ciwan a Kurd li dijî êrîş û polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta Tirk biryara têkoşînê dide. Hevrêya me Ciwana ket wê zanebûnê ku pêşeroja azad a gelê me encex bi felsefeya Rêber Apo û berxwedana gerîla ku li çiyayên azad ên qedîm ên Kurdistanê têkoşînê dimeşînin, wê pêk bê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me ya ku tevlî nava refên gerîla bû, bi kesayeta xwe ya karker û dilnizm têkoşînek bi bandor meşandiye û bûye yek ji hevrêyên me yên ku di demek kurt de dertiye pêş. Hevrêya me ji civakek ku bingehê xwe yê xirab nebûyî diparast, dihat û ev yek bûye sedem ku bilez fêrî jiyana PKK’ê ya pîroz bibe. Hevrêya me bi kesayeta xwe ya kedkar ji aliyê hevrêyên xwe ve dihat hezkirin, bi perwerdekirina xwe ji xwe re esas girt ku di felsefeya Rêber Apo de kûr bibe. Hevrêya me Ciwana li qada Qendîlê perwerdeya xwe ya bingehîn a gerîlatiyê bi serkeftî qedand, piştre bi perwerdeyên pisporiyê xwe ji bo wezîfe û berpirsyariyên demê amade kiriye. Hevrêya me ji bo ku wezîfeyên şoreşê bi serkeftinek hêja biqedîne, bi hêza biryardarî û îradeyek mezin xebat meşandin û weke gerîlayek ciwan a YJA Starê ji xwe re esas girtiye ku pêşengiyê ji hevrêyên xwe re bike. Hevrêya me derbasî çiyayên Geverê bû ku lê jidayik bûye û mezin bûye û di refên berxwedana dîrokî ya li dijî dagirkeran de cihê xwe girt. Bûye xwedî tevlîbûnek diyar û kiriye armanc ku tempoya xwe bilind bike. Hevrêya me Ciwana ku ji ber qezayekê zû şehîd bû, ji bo ku gelê me bibe xwedî pêşerojek azad bi fedakarî xebitî ye.[1]