$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Fûnda Koç
Nasnav: Sozda Botan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Şeyrîba-Cengîz
Dem û cihê şehadetê: 19-08-2020 / Gever
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Sozda li navçeya Elbak a Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hem ji ber ku li cihê lê bû qada kar a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye hem jî ji ber welatparêziya malbata wê, hevrêya me Sozda hîn biçûkanî partiya me nas kir. Her wiha ji ber ku xalê wê tevlî nava refên gerîla bûbû, bi bandoreke kûr a vê yekê kete nava hewldanan ji bo partiya me PKK'ê hîn baştir nas bike. Zextên giran û siyaseta qirkirinê ya dijmin a li ser gelê me, bû sedem ku weke jineke ciwan tevlî nava refên têkoşînê bibe û li ser vê bingehê beşdarî nava gerîla bû.
Hevrêya me Sozda li nava refên gerîla perwerdeya destpêkê li Metînayê wergirt û piştî demeke kurt hînî jiyana çiyê û gerîla bû. Bi daxwaz û kelecaneke mezin tevlî nava kar bû, her roj gerîlatî hîn bêhtir pejirand û hewl da bibe gerîlayeke şareza. Nêzî 3 salan li Metînayê tevlî kar bû, li vir hewl da timî xwe perwerde bike û di gerîlatiya serdema nû de xwe kûr bike. Her wiha li dijî êrîşên dijmin her tim xwest li eniya herî pêş be û ji bo vê jî israr kir. Ji bo karibe di rêbaza gerîlatiya serdema nû de bibe pispor, di asta akademiyê de beşdarî perwerdeyên leşkerî bû, bi serketî tevlî van perwerdeyan bû û di branşa xwe de bû gerîlayeke pispor. Piştî ku perwerdeya xwe qedand derbasî Zapê bû, li vê derê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî kir. Beşdarî çalakiyên gerîla bû yên ku tirs xiste dilê leşkerên dijmin, bi kedkarî û fedakariya xwe li pêş bû. Piştî pratîka li Zapê derbasî herêma Geverê bû û heman pratîka xwe li vir jî dewam kir, di demekê de ku ji bo tevgera me qonaxeke girîng bû û dijmin bi hemû derfetên xwe êrîş dikir, weke gerîlayeke YJA Starê hewl da erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Li herêma Geverê ji ber kêmasiyekê di encama qezayekê de tevî hevrêya me Ciwana Oremar şehîd bû.
[1]