$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Rifat Bozkûrt
Nasnav: Argeş Sara
Cihê jidayikbûnê: Riha
Navê dê û bav: Şemsê - Evdî
Dîrok û cihê şehadetê: 10-07-2020/Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Rêhevalê me Argeş li bajarê Rihayê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Heta ciwaniya xwe di nav çand û welatparêziya Kurd de mezin bûye û di temenekî ciwan de bûye şahidên polîtîkayên pergala mêtinger a li ser gelê Kurd û ketiye nav lêgerînan. Rêheval Argeş bergîdaniya van lêgerînan di felsefeya Rêber Apo de dibîne, di bin bandora şoreşa Rojava de dimîne û tevlî nav refên gerîlayan dibe. Ji roja ku hatiye qadên gerîlayan di kesayetiya xwe de guherîneke mezin çêkiriye û bûye yek ji milîtanê mînak ê Rêber Apo. Di her peywirê de qonaxa dîrokî ya şoreşa Kurdistanê ji kûr ve hîs kiriye, i gorî berpirsyariya mezin a şoreşê tevgeriyaye û bi mîsyona fedaîbûnê bûye xwediyê helwesteke pratîk.
[1]