$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Yilmaz Ozlu
Nasnav: Gever Hakkarî
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Aysel-Ferman
Dem û cihê şehadetê: 11-07-2020 / Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Gever ku zarokê malbateke welatparêz a Botanî ye, ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de gelek ewladên leheng pêşkêş kir, li Edeneyê ji dayik bû. Tevî polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê yên dijmin ên li metropolan li dijî gelê Kurd dimeşîne, ji cewhera xwe ya Kurdbûnê tiştek winda nekir û timî bi xewn û xeyalên azadiyê tevgeriya. Hevrêyê me Gever ji bo tavilê bigihêje van xeyalên azadiyê, ji temenê xwe yê ciwantiyê ve bi rengekî çalak tevlî karên partiyê bû. Lê belê gihîşt wê baweriyê ku siyaseta înkar û tunekirinê ya dewleta Tirk a li ser gelê me tenê bi têkoşîna çekdarî dikare bê bidawîkirin. Bi bandora Şoreşa Rojava ku veguherî hêviyeke nû ya azadiyê ji bo tevahiya mirovahiyê, tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar bêrawestan bi tempoyeke bilind tevlî karê şoreşgerî bû, di demeke kurt de di hunera leşkerî de şareza bû û bû fermandarekî pêşeng. Hevrêyê me Gever ku zanîbû bêyî îdeolojiya Rêber Apo li Kurdistanê pel jî naheje, gihîşt wê baweriyê ku gerîlayek tenê xwe bi vê îdeolojiyê xemiland dikare bibe 'Fermandarê Serketinê'. Hevrêyê me Gever li ser vê bingehê hewl da felsefeya Rêber Apo fêhm bike û di kesayetiya xwe de guhertin û veguherînên girîng pêk anî.
Li gelek herêmên Kurdistanê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de tevî ku gelek caran birîndar bû, hevalê me Gever bi coş û daxwaza xwe ya têkoşînê, zanîbû ku serketin tenê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî li Bakurê Kurdistanê dibe. Lewma ji bo karibe li Bakurê Kurdistanê têbikoşe kete nava hewldaneke berfireh. Di encamê de jî hevrêyê me Gever ji bo serketina Pêngava Cenga Heftanînê û têkbirina dijmin a li vê herêmê, bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me Gever tevî ku demeke kurt li Heftanînê ma, bi taybetmendiyên xwe yên sade û xwezayî, bi rûkeniya xwe ji hevrêyên xwe hemûyan re bû çavkaniya moralê. Di Pêngava Cenga Heftanînê de tevlî karwanê lehengên nemir bû.
[1]