Nav: Mizefer Reşîd
Dîroka jidayîkbûnê: 1906
Dîroka mirinê: 1988
Cihê jidayîkbûnê: Îzmir
Cihê mirinê: Wîlayeta Netewyên Emerîkayê
Kurtejiyana zanyar û Profêsorê Kurd Mizefer Şerîf
Profesor Muzefer Şerîf: Yek ji zanyarên sereke yên cîhanê ye û yek ji damezrînerên psîkolojiya ceribandinê ye. Û ji yên ku psîkolojiya civakî pêş xistiniye.
• Ew di sala 1906'an de li bajarê Îzimirê jidayîkbûye.
• Di sala 1929an de li Stenbolê ji Fakulteya Felsefeyê lîsansa bilind wergirt.
• Di sala 1932an de li zanîngeha Harvardê ya DYAyê bawernameya derûnnasiyê stend.
• Li Îzmîrê li Enstîtuya Mamosteyan dersa felsefeyê dida
• Di sala 1939an de li Zanîngeha Enqereyê di Fakulteya Felsefeyê de dibe doçent.
• Li dijî qetlîamên Dêrsimê yên li ser Kurdan rawestiya û dema helbestvan Nazim Hîkmet hat girtin, girtina xwe şermezar kir û li dijî girtina wî rawestiya. Di sala 1950'î de ji ber tirsa canê xwe neçar dimîne ku ji Tirkiyê derkeve û here Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).
• Di nav tirkan de bi nasnavê/profesorê xayîn/ navdar e û dewleta tirk rê li ber belavbûna pirtûk û nivîsên wî li Tirkiyê digirt. Lê piştî sala 1990'î dewleta Tirk ji nû ve li ber çavan girt, pirtûkên wî wergerand, destûr da çapkirina pirtûkên wî û semînerên zanistî li ser wî li dar xistin.
• Bi dehan weşanên wî yên zanistî hene.
• Teoriyên wî yên di psîkolojiya ezmûnî û psîkolojiya civakî de li zanîngehên herî bi navdar ên navneteweyî têne hînkirin.
• Di sala 1988an de li eyaleta Alaska ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê koça dawî kir.
Profêsorê Kurd Mizefer Reşîd di jiyana xwe ya rewşenbîrî, çandî, dîrok û civakî de karibû muhrekê û şopekê li dû xwe bihêle da ku bibe ronahiya dîroka kurdan de her bibiriqe.
Çavkanî: Kurdîpêdiya Wergera ji Zimanê Erebî
Kurdipedia Amadekirin û werger: Aras Hiso[1]