Navê pirtûkê: Me Kilîda Çîyê Wenda kir
Navê nivîskar: M. Selim Çürükkaya
Navê Wergêr:Welat Azad
wergera ji zimanê: Tirkî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Doz
Sala çapê: 2020
Dîrok hafiza miletekî ye. Zemqa hevgirtina wî miletî ye. Ev pêvajoka dîrokî, bi başî û xerabîyên xwe nasnameya wî miletî jî çê dike. Em ji van re dersên dîrokî dibêjin. Dema miletek dest bi jibîrkirinê bike, ji hafiza xwe qut bibe, an jî hafiza xwe êdî bikar neyne û tecrûbên xwe yên dîrokî dernebixe asta zanistîyê, ev dibe destpêka xeterîyek mezin û perçebûna wî miletî, têkçûna wî miletî bi vê rewşê re tê.[1]