=KTML_Bold=Kurtejiyana nivîskara kurd Fîdan Mihemed=KTML_End=
Nav û Paşnav: Fîdan Mihemed
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: 01-10-1990 / Hec Inskender - Cindirês (Bajarê Efrînê)
Xwendina akademîk: sala sêyemîn wêjeya tirkî - Fakulteya Hunerê - Zanîngeha Helebê
Û asta sêyem di zimanê kurdî de.
Fîdan Mihemed di destpêka nûciwaniya xwe de dest bi nivîsandina helbest û tekstên pexşanî dike û êdî dikeve nav derya û ruhê wêjeyê.
Warê pîşeyî: arşîv, medya û endamê Encûmena Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê li Şehba û pirtûkxaneya Serdemê û berpirsê bûyer û çalakiyên Yekîtiyê.
Di sala 2019an de dewreyeke perwerdeyê di warê lêkolîn û lêkolînên zanistî û civakî de derbas kir, piştî bidawîkirina qonaxa teorîk, wê dest bi qonaxa pratîkî kir, û li ser lêkolîneke civakî ya bi sernavê (Berdan di bin siya şer û koçberiyê de - Efrîn wek mînak) kar kiriye. Ev berhem di sala 2021ê de ji aliyê weşanxaneya Şilêr ve li bajarê Qamişlo ve hatiye çapkirin û çar gotarên civakî û edebî di rojnameyên Şarmola, Sîwan û Ronahî de hatine weşandin.
Kovara Şarmoula: Gotar li ser zewaca di temenê biçûk - xemên jinekê - diyardeya zewaca dereng û bandora wê li ser civaka Sûriyê.
Kovara Sîwan: Evîn e.
Rojnameya Ronahî: Gotara wêjeyî ya bi sernavê: Şûna wê tune.
Û pirtûkeke belgeyî ya bi navê: (Komkujiyên dewleta Tirk a dagirker - Efrîn) di ber çapê ye.
Mirov dibîne ku nivîskar Fîdan Mihemed ne tenê di warê nivîsandina helbest û pexşanan de dixebite û di warê lêkolînên li ser jinê jî xwedî rol e.
Di van demên dawî de dest bi nivîsandina çend pexşan û tekstên pexşanî kiriye û beşdarî heftiya wêjeyî ya rûniştina Melayê Cezîrî li Kobaniyê bi (du teksên pexşanî) yên bi navê (Êşa bendewariyê û Komên kesk) bû.
Wergera ji zimanê erebî[1]