=KTML_Bold=Stratejiya dewleta Tirk a Rojava=KTML_End=
=KTML_Underline=Şukru GEDÎK=KTML_End=
Şefê Tirkiyê ji serêdema ku digot Kobanê ha ket, ha dikeve û bi vir ve di siyaseta Sûriyê de destek da DAIŞ, El Nusra û komên din ên mezin û biçûk û bi vî awayî di şerê navxweyî yê Sûriyê de rol lîst. Kobanê neket, nekarîn bixin. Kobanê têkçûneke herî watedar anî serê çeteyên DAIŞ'ê û şikestineke mezin di polîtîkaya derve ya şefê AKP'ê Erdogan de çêkir. Piştî rizgarkirina Reqayê ku keleha DAIŞ'ê bû, hevsengiya DAIŞ'ê xira bû û derbeke giran li rêveberiya wê ya navendî hate xistin. Têkçûna li Baxozê hîmên DAIŞ'ê tesfiye kirin.
Derbên li DAIŞ'ê hatin xistin û tekçûnên li dû hev, Tirkiye ber bi lêgerînên nû ve dehf da. Çerçete El Bexdadî û serçeteyên din kirin mêvan û hewl da serdestiyê li ser çeteyên li qadê çêke. Di dawiyê de Idlibê ji bo komên çete kir stargehek û bi rêya çeteyan di dan û standinên Astanayê de ji xwe re cihek peyda kir. Yanî da ku bikeve nava pîsiyê, çi ji dest hat, kir.
Bi kirîn û bandora li ser opozîsyona Sûriyê, birêxistinbûneke di bin kontrola xwe de av kir. DYA jî xist nava bêaqiliya 'perwerde bike-çekdar bike' û bi navê “Artêşa Azad a Sûriyê” hêzek ji çeteyan ava kir. Li dijî Rêveberiya Xweser a Rojava ket nava pêvajoyeke xwîndar û bi ser de jî dest bi operasyonên dagirkirinê kir. Li dû hev Cerablus, Ezaz, Bab dagir kirin û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî lê zêde kirin.
Li Sûriyê bi Rûsyayê re kete nava şer û qirênê. Balafirek wê xist xwarê û sefîrê wê kuşt. Ew qasî ketibû nava hesabên Sûriyê ku dema dît nikare bi ser bikeve, li dora xwe zivirî û şêweyê têkiliya jehrî ya Pûtîn-Erdogan a îro, derket holê. Niha bûne du serok ku hem li Sûriyê hem jî ji ber şerê Ukraynayê ne xuya ye ka kî dê kê û çi qasî bi kar bîne. Têkiliya xwe ew çend xurt kirin ku trafîka telefonê û hevdîtinên rû bi rû, ji civînên mehane daxistin yên heftane.
Polîtîkaya “li gotina xwe poşmanbûnê” mîna di mijara Rûsyayê de, li Sûriyê jî pêk hat. Di stratejiya xwe ya Sûriyê de yekcar berê xwe guherand û li têkiliyên bi rêveberiya Şamê re digere. Dema israra di dijminatiyê de feyde nekir, dest bi lêgerîna li diyalogê kir. Ji bo pêkanîna vê têkiliya ku Rûsya teşwîq dike, hevrik li benda hev in. Pêngava yekemîn jî dîsa Erdogan avêt. Heyet Tehrîr El Şami Idlibê şand herêmên Efrînê. Guhertina komên çete yên ku li Idlibê bi cih bûne û ji bo Lazqiyê û baregeha hewayî ya Himêmîmê ku Rûsya bi kar tîne, gef bûn, ber bi Efrînê ve wekî gava yekemîn a nêzîkbûna bi Sûriyê re hate qebûlkirin û her wiha vekirina deriyê sînor ê El Bab jî, tevî ku heta niha pêk nehatiye.
Helbet lêgerîna Tirkiyê ya lihevkirinê bi Sûriyê re dê bandorê li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bike. Armanca nêzîkbûna Şam-Enqereyê tesfiyekirina Rêveberiya Xweser e. Rêveberiya Şamê bi dijwarkirina helwesta xwe ya li hemberî Rêveberiya Xweser, hewl dide helwesta xwe ya nezelal bidomîne û bi vê yekê tawîzan jê bigire. Heke dan û standina Erdogan û Esed zêdetir bi pêş bikeve û têkiliyên wan wekî berê bi şêwaza hevdîtinên malbatî bin, tê payîn ku bigihêjin merheleya ku operasyoneke hevbeş li dijî Rêveberiya Xweser bikin.
Şerê navxweyî têkiliyên Rûsyayê yên ji berê de û ji ber jeopolîtîka Sûriyê, rojene kirin. Sûriye ji bo Rûsan wek dergeha Deryaya Spî e. Ne tenê di warê taybetmendiyên xwe yên erdnîgarî de, di heman demê de ji aliyê berjewendiyên xwe yên siyasî, leşkerî, aborî û herêmî de jî girîng e. Ji bo vê jî mirov nikare bibêje ku di rewşa heyî de bi nermî li xweseriyê diniêre. Lewma jî heke niha pir bi ser de neçe jî, di demên bê de dê gelekî pê re mijûl bibe.
Tirkiye polîtîkaya xwe ya êrişkar û stratejiya şer a xwe dispêre dijminatiya Kurdan, li Rojava jî didomîne. Bi hiştina wê ya di bin êrişên domdar û di nava şer de, hewl dide Rojava bêzar bike. Heke firsendê bibîne û konjonktur guncaw be, îhtîmaleke mezin heye ku hewl bide destwerdaneke nû bike. Ji bo ku statuya Kurdan a heyî ji holê rakin, ne tenê bi Rûsya û Şamê re têkiliyan datîne, her wiha bi êrişên rojane dixwaze van armancan pêk bîne. Bombebarana li ser cih û warên sivîlan bê navber dewam dike. Ev êriş mirovan dikujin û gel neçar dikin ku cih û malên xwe vala bikin. Dîsa bi êrişên dronan jkuştina mirovan didomîne. Komên îstîxbaratê û sîxuriyê bi heman rengî xebatên xwe didomînin. Ji bo ku Rêveberiya Xweser qels bikin, her tiştî dikin.
Provokasyonên di nava gel de, cudahiyan veguherîne sedema pevçûnan, destwerdana li karên hundir, bikaranîna çeteyên ENKS'ê li dijî rêveberiyê, afirandina pirsgirêkên aborî û afirandina bêaramiya siyasî, birîna ava Firatê, ziwakirina çavkaniyên ava vexwarinê, berbelavkirina narkotik û fihûşê û ya herî girîng jî valakirina erdnîgariyê û bazirganiya mirovan, tev di vê çarçoveyê de tên kirin. Gelek şebeke çêkirine û hewl didin ciwanan ji Rojava bidin koçkirin.
Ji aliyê erdnîgarî ve Rojava ji aliyê Tirkiye, PDK û rejîma Şamê ve di bin dorpêçê de ye û sînorê wê yê bi Iraqê re bi bariyerên beton û têlan hatiye girtin. Di bin êrişên berdewam de ye û bi pêkanînên şerê taybet re rû bi rû ye. Pêkhateyên gel ên Rojava divê polîtîkayên dijminane yên dewleta Tirk pûç bikin, koçberiyê rawestînin, rêveberî û xweparastinê xurttir bikin û di her mijarekê de têra xwe bikin. [1]