=KTML_Bold=Pênc salên dagirkirina Efrînê-1=KTML_End=
Li kantona Efrînê ya dagirkirî zêdetirî 50 baregeh û navendên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hene. Li wan navend û baregehên ku hinek ji wan li ser kavilên malên koçberan hatine avakirin, teknîkên pêşketî û çek hatine bicihkirin û ji wan cihan êrişî Şehba, Şera û Şêrawayê dikin.
Pênc sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas bûn. Di van 5 salan de qetilkirin û revandina welatiyan, talankirina cih û warên dîrokî, cihên çandiniyê û guhertina demografiyayê, plangeriyeke ji bo guhertina herêmê tê meşandin. Her çiqasî dewleta Tirk a dagirker îdia dike ku çavê wê li welatekî din nîn e jî, di van 5 salan de herêm veguherandiye qadeke milîtarîst.
Gelek baregehên dagirkeran li ser kavilên malên koçberan hatine avakirin, hin dibistan û malên koçberan jî veguherandine navendên çeteyan.
=KTML_Bold=BAREGEHÊN ARTÊŞA DAGIRKER LI NAVÇEYÊN EFRÎNÊ=KTML_End=
Çavkaniyan ji ajansa me re ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li gundên girêdayî navçeyên Şera û Şêrawa yên başûr û başûrê rojhilatê kantona Efrînê 15 baregehên leşkerî li ser kavilên malên koçberan ava kirine û ji wir gundên kantona Şehba û navçeyên Şera û Şêrawayê dike hedef.
Ev baregeh li gundên Basûfan, Kebaşîn, Kîmar, Dêr Mişmiş, Çiyayê Ehlam, Basûtê, Basilê û Cilbirê yên navçeya Şêrawa û gundên Enab, Meryemîn, Kobalê, Xalta û Mereskê yên navçeya Şerayê ne.
Baregehên leşkerî yên li gundên Qestel Cindo û Kefer Cenê yên Şerayê, ji girîngtirîn baregehên li gundewarên bakurê Helebê ne, hakîmiyeta wan li ser bajarê Ezaz û Kilîs ê Tirkiyeyê û gundên Şehba, Şera û Şêrawayê çêdibe.
Navçeya Cindirêsê: 6 baregeh û noqteyên leşkerî hene û dikevin ser rêya di navbera Cindirêsê û Efrînê de, her wiha li gundê Tilif, dibistana Cindirês û karegeha guvaştina zeytûnan a li deriyê rojavayê naveyê, li ser girê Cindirêsê yê dîrokî (girîngtirîn baregehên dagirkeran li rojavayê Efrînê ye) û li daristanên çiyayê Qaziqlî ne.
Navçeya Şiyê: 3 baregeh hene, li ser rêya di navbera navenda navçeyê û navçeya Cindirêsê de dikevin. Navçeya Şiyê li hember sînorê bi Tirkiyeyê re ye, li aliyê sînorê yê li hember navçeyê jî gelek baregehên leşkerî li hundir axa Tirkiyeyê jî hene.
Navçeya Raco: zêdetirî 15 baregeh û noqteyên leşkerî hene. Yên sereke; baregeha çiyayê Gir ku girîngtirîn baregehên li herêma bakur e, ji ber ku li bilindahiya çiya ye, hakîmiyeta wê li ser axa Tirkiyeyê û seranserê sînor û seranserê gundewarê bakurê Helebê çêdibe. Li gorî çavkaniyên taybet, li wan baregehan kamerayên çavdêriyê, dûrbînên şevê, teknîkên pêşketî û çek hene. Baregehek jî li gundê Eltaniyê yê çiyayê û bilindahiyên bi ser navçeyê û herêmên Tirkiyeyê dikevin, heye.
Navçeya Mabeta: li navçeyê 4 noqte û baregeh hene, li ser xaçrêya navçeyê, rêya di navbera navenda Efrînê û navçeyên Mabeta û Raco û li gundê Mîrka dikevin.
Gelek noqte li navend û derdora bajarê Efrînê hene, ya sereke dibistana li ser rêya Cindirêsê ye ku wekî navendek îstixbaratê (MÎT) tê bikaranîn, her wiha Dibistana Ezhar Efrîn.
Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, li van baregehan teknîkên pêşketî, çekên navîn û giran (topavêj, hewanên giran û yên navîn, tank, panzer, roket, kamerayên çavdêriyê û radar) hene.
Li gorî agahiyan, li her baregehê zêdetirî 25 leşkerên Tirk ên dagirker hene, di nava tunelên girêdayî mal û gundên li hember baregehan de bi cih dibin.
=KTML_Bold=BAREGEHÊN ÇETEYAN LI EFRÎNÊ Û GUNDEWARÊN WÊ=KTML_End=
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û baregehên wan li navçeyên Efrînê belav dibin. Çeteyên Heyet Tehrîr Şam (Cebhet El Nusra ya berê) û çeteyên Şerqiyê û Ehrar Şam li Cindirêsê û hin gundên wê bi cih dibin.
Li navçeya Şêrawa jî baregehên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam, El Hemze, Cebha Şamiyê û Ehrar Şam hene.
Çeteyên Sultan Mûrad jî li navçeya Şera serwer in, çeteyên El Emşat bi serkêşiya serçete Mihemed Casim (Ebû Emşe) jî navçeya Şiyê kiriye mêtingeh.
Çeteyên Ceyş El Nuxbê li gundê Emara yê girêdayî Mabeta, çeteyên Lîwa Şemal li gundên Avrazê û Gemrûkê yên girêdayî heman navçeyê bi serkêşiya çeteyên bi navên Elî Ebû Talib û Ebû Ehmed, bi cih dibin.
Li navçeya Raco jî, çeteyên Ehrar Şerqiye û Cebha Şamiyê bi cih dibin. Çeteyên Feyleq Rehman ên girêdayî akademiya leşkerî li xaçerêya navçeya Mabeta li ser rêya Racoyê bi cih dibin.
Baregehên çeteyên Cebha Şamiye û Ceyş El Nuxbe û hejmarek din a çeteyên girêdayî dewleta Tirk jî li navçeya Bilbilê ne. Çeteyên El Hemzat jî li gundê Şorbe yê girêdayî navenda Mabeta bi cih dibin.
=KTML_Bold=NAVENDA EFRÎNÊ=KTML_End=
Artêşa Tirk a dagirker, îstixbarat û çeteyên wê li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî li van baregehan bi cih dibin:
Çeteyên Sultan Mûrad bi serkêşiya çeteyên bi navên Şîşanî û Cesas Ii avahiya berê ya Tevgera Civaka Demokratîk li Efrîna kevin û li avahiya darayî ya berê li Efrîna kevn bi cih dibin.
Çeteyên Cebha Şamiyê li Efrîna kevn, derdora Nexweşxaneya Cîhan, Desteya Rêveberiya Herêmî ya berê ya li nêzî Çerxerêya Kawa, bi serkêşiya serçeteyê bi navê Hecî Ebû Silêman ê ji Til Rifetê, bi cih dibin.
Çeteyên El Hemze navenda berê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li ser rêya Mehmûdiyê kirine baregeha xwe. Çeteyên El Hemzat jî li avahiya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê ya berê bi serkêşiya çete Ebû Hecî, xwe bi cih dikin. Çeteyên El Hemzat û leşkerên artêşa Tirk a dagirker navenda Seraya ya li navarasta Efrînê wek baregehek hevbeş bi kar tînin. Artêşa Tirk a dagirker jî li Vîla Erabo ya navdar û avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Eşrefiyê bi cih dibin.
Baxçeyê Zarokan û Dibistana Feysel Qedûr a li ser rêya Cindirêsê jî baregehên MÎT`ê ne, her wiha ew kirine girtîgeh û cihên îşkence û lêpirsînê.
Çeteyên Lîwa Muitesim Billah jî li navenda Postê bi serkêşiya çeteyên bi navên Ebû Mehmûd Efrem û Ebû Hemzê, bi cih dibin.
Çeteyên Emniye yên Artêşa Nîştimanî jî li Dibistana Keçikan a li cem Qada Azadî ya navarasta Efrînê bi cih dibin. Çeteyên Ehrar Şerqiye û Emniyê Şerqiye jî Nexweşxaneya Avrîn û herêm derodorê û hin avahiyên girêdayî saziyên Rêveberiya Xweser, kirine baregehên bi serkêşiya her du çeteyan Ebû Xewle û Ebû Zêd.
Çeteyên Şerqiye, Ehrar Şerqiyê, Emniyê Şerqiyê, Şuheda Şerqiye, Ketaib Şerqiye li herêma Kolana Vêlat, Nexweşxaneya Dêrsim û malên sivîlan bi cih dibin. Çeteyên Şerqiye her wiha li deşta Kitix, çeteyên Ehrar Şerqiye li Hola Jîn a li bajarê Efrînê jî bi serkêşiya çete Ebû Xewle, xwe bi cih dikin.
Li sûka Hal jî çeteyên Cebha Şamiye bi serkêşiya çete Yasir Ebû Mewt, bi cih dibin.
Çeteyên Kombûna Edil, Kombûna Festeqêm, Muitesim Billah, Feyleqa Sêyemîn jî herêma li cem Çarxerêya Maratê bi serkêşiya çete Mistefa Sêcerî, ji xwe re kirine navend.
Çeteyên Ceyş El Îslam û artêşa Tirk a dagirker li dawiya Kolana Vêlat, rêya Cindirêsê-Efrînê de bendên kontrolê yên hevbeş danîne. Bendekî kontorlê din ê hevbeş a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Hemzat li gundê Tirindê yê li hember navenda bajarê Efrînê danîne. Çeteyên Ehfad Resûl (Neviyên Pêxember) heman gund ji xwe re kirine baregeh.
Çeteyên Isûd El Hemzat jî li şîrketa kehrebeyê, derdora wê û avahiya welatiyê bi navê Hecî Şêx Kêlo li taxa Eşrefiyê bi cih dibin Mala Gel a li taxa Eşrefiyê jî veguherandine noqteyek tenduristiyê ji bo dermankirina çeteyan.
Li taxa Sîna jî çeteyên Ehrar Şam, Cebha Şamiye bi cih dibni. Çeteyên Ceyş El Îslam jî li avahiya trafîkê ya berê, çeteyên Polîsên Leşkerî jî li mala welatiyê bi navê Kamîran Mihemed a li Efrîn xwe bi cih dibin.
Ev agahî ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û çavkaniyên taybet hatine wergirtin.[1]