=KTML_Bold=Li Kurdistanê û 4 welatên din femînîsîda 2022`yan - 4=KTML_End=
Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Îran di sedsala 21’an de jî li dijî jinan rêbazên dermirovî yên wekî darvekirin, qamçî, îşkence, zewicandina zarokan û recmê dimeşîne. Îro jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên rastî femînîsîdê hatine bi slogana `Jin Jiyan Azadî` serî hildidin.
Ji ber nebûna demokrasi û hebûna sîstema olperest û serdestiya mêran li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin rastî femînîsîdê tên. Li dijî vê jin 70 roj e çalakiyan li dar dixin.
Di vê beşa dawîn a dosyaya xwe de em ê cih bidin femînîsîda li Rojhilatê Kurdistan û Îranê.
=KTML_Bold=TUNDIYÊ BI FERZKIRINA HÎCABÊ DEST PÊ KIR=KTML_End=
Jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di hemû qonaxên desthildariya Îranê de rastî mafxwarinê, çawisandinê hatine. Piştî şoreşa gelan a Îranê ya sala 1979’an û piştî melayan dest danî ser desthilatê, rewşa jinan hat guhertin û xirabtir bû. Azadî û rola jinan bi temamî ji nav civakê hate rakirin. Guhertina di aliyê siyasî de pêk hat, di serî de jin kirin hedef û di hemû qadên jiyanê de hemû mafên jinan hatin binpêkirin. Vê rewşê bi danîna hîcabê re dest pê kir.
Li Îranê ferzkirina hîcabê ji Adara 1979’an vir ve, dema ku Xumeynî daxuyand ku “Divê jin li gorî pîvanên îslamî cil û bergan li xwe bikin” dest pê kir. Di sala 1983’yan de qanûnek ku hîcaba li ser jinan li hemû cihên giştî û hikumetê ferz dike, hat derxistin. Jin neçar man ku cil û bergên îslamî yên ku ji çakêtekî fireh, hîcabeke reş pêk tê, li xwe bikin.
Ferzkirina hîcabê heya niha didome ku li gorî qanûnên dewletê, keçên ji 7 saliyê biçûktir jî mecbûr in ku porê xwe veşêrin. Li gorî madeya 638’an a yasaya Îranê, jinên Îranî ku bêyî ferq û cudahiya ola xwe, ger qanûnan binpê bikin, tên cezakirin.
Di 16’ê Tebaxa 2022`yan de serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî biryarnameyek îmze kir ku tê de teqezî li ser cil û bergên jinan kir û cezayên tundtir li ser hemû kesên ku qanûnê binpê bikin, çi li kolanan û çi li ser înternetê, sepand. Bi sedan jinên ku li dijî danîna hîcabê derketin, hatin girtin.
=KTML_Bold=ZEWICANDINA ZAROKAN, ZEWACÊN DEMKÎ Û PIRJINÎ=KTML_End=
Îranê zewicandina zarokan, zewaca demkî û pirjînî bi zagonan fermî kiriye. Di madeya 1041ʹan a qanûna Îranê de, temenê qanûnî yê zewaca zarokên keçîn 13 e û ji bo zarokên kurîn 15 e. Dewlet bi projeyan teşwîqî zewicandina zarokan dike. Îran daneyên fermî yên zewicandina zarokan parve nake. Lê li gorî daneyên ku Kurdistan Media di sala 2021’an de belav kirine, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di salekê de 30 hezar zarok hatine zewicandin. Li gorî daneyên ji ofîsên zewacan ên Îranê hatine tomarkirin, ji zarokên ku di havîna 2021’an de hatine zewicandin, 9 hezar ji wan di navbera 10 û 14 saliyê de ne.
Di 2017- 2022ʹyan de 313 hezar û 365 zarokên kêmî 15 saliyê hatine zewicandin. Gelek zarokan jî li dijî vê xwe kuştiye. Îran bi derxistina hin qanûnan re, zewaca demkî (heftane û mehane) û pirjinî fermî kiriye. Jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê vê qanûnê wiha dinirxînin; “Îran dixwaze hemû malan bike malên fihûşê û bi vê şêwazê fihûşê fermî dikin.”
Jinên li Îranê niha di çarçoveya sîstemeke tund a zagon û sîstemên civakî yên girêdayî ol û hişmendiya serdestiya mêran de ye. Zagonên hatine danîn ji bo bihêzkirina sîstema merserwer û serdestiyê ye. Bi taybet qanûn û hiqûq li Îranê nêr e. Jinên têkoşer ên li dijî van sûcan û neheqiyan derdikevin ji aliyê dewletê ve têne girtin. Girtîgehên Evîn, Karçak û Urmiyeyê wek navendên îşkenceyê tên zanîn û li gorî daneyên dawîn zêdetirî 2 hezar girtî di girtîgehên jinan de hene. Ji Çileya 2018’an ve, herî kêm 48 parêzvanên mafên jinan, di nav de 4 mêr, hatine girtin.
=KTML_Bold=REWŞA GIRTIYÊN JIN DI ZINDANAN DE=KTML_End=
Li Îranê rêjeya darvekirina jinan zêde bûye. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê li Norwêcê ye û rêxistina civakî ya bi navê 'Em bi hev re li dijî darvekirinê’ (ECPM) ku navenda wê jî li Fransayê ye, têkildarî darvekirina li Îranê; di sala 2020'an de 9 jin hatin darvekirin, sala 2021'an ev hejmar bû 17. Hate ragihandin ku ji jinên li Îranê hatin darvekirin zarok bûn. Li Îranê darvekirina jinan bi destê jinan tê kirin, anku jinan bi jinan didin darvekirin.
Her çi qas heta niha hejmareke fermî ya girtiyên jin û girtiyên siyasî yên jin li Îranê nehatiye eşkerekirin, lê li gorî hinek amarên ku car car hinek navendên hikûmî yên Îranê belav dikin, nêzî 10 hezar girtiyên jin di zindanên desthilata Îranê de hene. Jinên ku tên destgîrkirin rastî her cure kiryarên dermirovî tên. Madeyên hişber bi destê dewletê dixin zindanan û hewl didin girtiyên siyasî fêrî van madeyan bikin, bi vî awayî dema ku derketin derve pêşiya lêgerînên cuda jî bigirin. Jinên girtî rastî her cure pêkanînên destdirêjî û tecawizê tên. Di hemû pêkanînên îşkenceyan de zilam cih digirin. Jinên ku roja dikevin zîndanê sibeya wê mirî tê dîtin hene ku rasterast li goristana bêkesan tên veşartin.
Li Îran çend rêxistinên taybet yên jinan hene, lê kar û çalakiyên van rêxistinan dibin kontrol û çavdêriya desthilatê de ne. Rêxistinên ku dixwazin ji derveyî kontrola desthilatê bixebitin, yan tên girtin, yan jî rêveber û endamên wan dixin girtîgehê. Li ser asta Îran û Rojhilatê Kurdistanê tenê Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) serbixwe ye.
=KTML_Bold=BÛ DILOPA DAWÎN A JINAN: JÎNA EMÎNÎ=KTML_End=
Jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê êdî li dijî femînîsîd, çewisandina dewleta Îranê 70 rojin di nav serhildanê de ne. Di 16`ê Îlonê di encama îşkenceyê qetilkirina Jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, bû dilopa dawîn a hêrsa jinan. Xwepêşandaên bi pêşengtiya jinan cara yekem li Seqîzê destpêkir li 138 navendên Rojhilatê Kurdistanê, Îranê belav bûn. Li dijî daxwazên jinan yên demokratîk û jiyana wekhev dewlet bi rêbazên şîddet û kuştinan êrişî jinan kir. Ev xwepêşandanên cudatirî xwepêşandanên berê re, ji aliyê jinên cîhanê ve jî hatin destekkirin ku sînorên Îran û Rojhilatê Kurdistanê derbas kir. Yekemîn car di merasîma Jîna Emînî de slogana “Jin Jiyan Azadî” ku hate avetin bû pênaseya xwepêşandanan.
=KTML_Bold=DI OXIRA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ DE=KTML_End=
Afirînerê dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” Rêber Abdullah Ocalan`ê ku di nirxandinên xwe yên Nisana 1989`an de got `Li Kurdistanê her du peyv jî ji yek kokê tên. Ev her du peyv li Kurdistanê xwedî heman koka ne û ji bo jiyana azad divê jin azad bibe.”
“Jin Jiyan Azadî” ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan di sala 2013’an de nirxandina ku bi parêzerên xwe re kir de anî bû ziman ku divê armanca esas a jinan têkoşîna azadiyê be û gotibû; “Jin, Jiyan, Azadî’ ji dirûşmê wêdetir formulekê bi sehr e.”
Di destpêka salên 2000’î de yekem car di çalakiyên jinên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de hat berizkirin. Paşê li 4 perçeyên Kurdistanê belav bû. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê di sala 2014’an de bû slogana yekemîn a li dijî DAIŞ’ê. Niha jî ev dirûşmeya li dijî femînîsîdê di şexsê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li cîhanê tê beriz kirin.
=KTML_Bold=26 JIN HATIN QETILKIRIN=KTML_End=
Di 17 vê mehê de (Mijdar 2022) Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku heta niha di raperîla gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 342 kes hatine qetilkirin, ji vane 42 kes zarok in û 26 jê jin in. Ev dane 23 bajaran tomar kirine. Li gorî rêxistinê dibe ku ev hijmar pir zêdetir be. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (RMMK) jî, di 55 rojan de 130 jê jin, bi giştî 775 kes hatine destgîrkirin.
Der barê femînîsîda dewleta Îranê û serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de endama Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Mehrî Rezaî ji me re axivî.
Mehrî Rezaî anî ziman ku hişmendiya her sê xwişkên Mîrabal qetilkirin îro piştî 63 salan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dubare dibe. Mehrî Rezaî bal kişand ser nêzîkatiyên dewleta Îranê yên li dijî jinan û got: “Dîrokeke kevn a Îranê li dijî jinan heye. Ji destpêka avakirina sîstema netewedewletê ve dixwestin hemû jinan bi tîpekî ava bikin û bikin kole. Di wê demê de jinên Kurd pêşengên civakê bûn lê azadiya wan ji dest bigirin. Dewleta Îranê li ser kuştina jinan hatiye avakirin.”
=KTML_Bold=`ÊDÎ ÎRAN NIKARE PÊŞÎ LÊ BIGIRE`=KTML_End=
Mehrî Rezaî da zanîn ku jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di wê astê de ne ku sîstema mêrserwer hilweşînin û wiha domand: “Ji aliye civakê ve pêşengiya jinan a serhildanan tê piştgirîkirin. Her wiha cara yekemin bi vî awayî yekitiya jinan û civakê çêbûye. Ev jî dibe sedema gurkirina asta têkoşînê. Ji ber wê jî êdî Îran nikare li pêşiya serhildana jinan bisekine. Jinên cîhanê çawa wekî beriya niha 63 salan li dijî rejîma komara Domînîk derketin, divê îro jî piştgiriyê bidin dengê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Heya niha ev piştgirî di asteke erênî de ye lê divê xurttir bibe ku encamên mezin bigire. Ji bo ku şoreşa jinan bibe şoreşeke gerdûnî bi yekdengî hemû jin li dijî desthilatdariyê biqîrin. Bi vê re dê ev pergala jinan bi ser bikeve.”[1]