=KTML_Bold=Girîngiya şerê gel û parastina cewherî ya bi armanca pêşîlêgirtina qirkirinê-1=KTML_End=
ALAN ROJ
Şerê gel ê rewa ji bo parastina ji qirkirinê û serkeftina li hember teknîka dijmin
Tecrubeyên gelan ên şerê gel ên ji bo parastina ji qirkirinê û bidestxistina mafên rewa, pir in. Serkeftina îradeyê û rêxistina gel li hemberî teknîka dîktatorî û dagirker mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. Rêbaza şerê gel û parastina rewa heta roja me ya îro heye. Tecrubeya li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya xwe dispêre sîstema parastina rewa, sedema sereke ya parastina destkeftiyan ji teror û dagirkeran e.
Di beşa duyemîn a vê dosyayê de em ê balê bikişînin ser tecrubeyên gelan di xweparastina rewa, maf û nirxên xwe ji planên dîktator, mêtinger û desthilatdaran.
Şerê gel; têgeh û hîmên wê
Ev cure şer wek ‘şerê demdirêj’ anku ‘şerê gel ê demdirêj’ tê naskirin û li gorî metodeke şoreşgerî wekî stratejiyeke leşkerî ku xwe dispêre avakirina desteka gel, tê binavkirin. Lîderê Çînê Mao Tse Tong ji alîgirin sereke yên vê metodê di dîroka nûjen de ye.
Ji lingên vî şerî parastina desteka gel a bi hêzên leşkerî û tevlêbûna hêzên leşkerî di nav beşên civakî de û destekdayîna wê pê re. Her wiha xwe dispêre şerê hereketlî û komên biçûk. Ev rêgez cara yekemîn ji aliyê mawiyan ve di şerê wan ên li Hindistan, Nepal, Filipîn û Bîro de hate bikaranîn.
Parastina rewa û bingehên wê
Heger em li gorî qanûnên parastina mirovan pênase bikin, têgeha parastina rewa tê wateya bersivandina êrîşên nerewa li ser bend an nefs an jî mal. Ev qanûn an rêgez li ser komên mirovan ê bi rengê qebîletî yan civak an jî netewe tê bikaranîn.
Parastina rewa anku parastina maf an jî xweparastin, pîroz e û erkeke dikeve li ser milê ferd û civakê ku hebûna xwe diparêze. Parastina rewa ji her ferdekî/ê di civakê anjî netewekî de xwedî nirx, çand, ziman, nasname, xak, dîrok û reng tê xwestin ku van nirxan bi awayekî rewa biparêzin. Bêyî parastina van nirxan dê mijara jiyan û nasnameyê ber bi tinekirinê ve biçe. Ji ber ku di dirêjahiya dîrokê de civak li pêşberî mêtîngeran rû bi rû mabûn, ku kuştin, talankirin, qirkirin û asîmîlekirina nasname û nirxan armanc dikirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya ‘Parastina Gelekî’ de derketina xeta parastina rewa wiha diyar dike: Di civakekê de, heger êrîşên derve bi armanca dagirkerî li dijî gel were kirin û rêveberiya hakim a welat jî li daxwazên gel ên demokratîk û serhildana wan bê deng ma, ji wê zêdetir heger hewl bide van xwepêşandanan bi êrîşên dijwar tune bike, di rewşên wiha de parastina çekdarî dibe mijara nîqaşê. Ev şer erkekî mecbûrî û exlaqî ye, civak dikare wê demê hêza xwe ya çekdarî derxe, ji ber mafên wê yên jiyana azad a dûrî zilm, şîdet û înkarkirinê bijî. Lê civaka ku cesaret neke parastina xwe ji êrîş û xetereyan bike, ew civak lewaz e, di koletiyê de fetisî ye û xwezaya xwe ya cewherî winda kiriye.”
Tecrubeyên gelan di parastina gelan û şerê gel de
Şerê gel ê li Çînê yê sala 1939‘an li dijî dagirkeriya Japonyayê ji şerên gel ên navdar e ku wekî beşek girîng ji têkoşîna cîhanê ya li hemberî mêtingerî û faşîzma Nazî tê hesibandin. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Çîn bûbû qada şerekî sereke li rojhilat. Ev şer di dema ku Japonyayê di 1931‘an de xetên tirênê li Shenyang hilweşand û hêzên berxwedana çînî sûcdar kirin û ev yek kir bihane da ku êrîşî bakurê Çînê bike. Piştî 6 salên şer, Çînê 85 milyon qurbanî dan û bi ser ket.
Her wiha şerê gelê Viyetnamê li dijî Fransa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 1955-1975 e. Şer bi pêşengiya cotkaran ji gundan dest pê kir û bi taktîkên berxwedanê di pîşesaziya tunelan de ya dirêjî 200 km tê zanîn, şer bi serkeftin û yekitiya başûr û bakurê Viyetnamê bi encam bû.
Yekemîn serhildana Filistînê di sala 1987‘an de, ku bi navê Serhildana Kevir tê binavkirin. Ji ber ku alava berxwedanê ya filistîniyan a li dijî hêzên artêşa Îsraîlê kevir bûn. Ev serhildan zivirî têkoşîneke çekdarî û di sala 1993‘an de piştî peymana ku Peymana Oslo bi dawî bû.
Serhildana gelê Ranya li Başûrê Kurdistanê di sala 1991‘an de li dijî dîktatoriya Baasê, ku di nav çend rojan de belavî 14 parêzgehan bû. Gel li dijî hêmanên arteşa Baasê rabû, baregeh û navendên ewlehî û leşkerî li bajar û gundewarên wê dorpêç kirin, çek hilgirtin û herêmên xwe bi temamî rizgar kirin. Ev serhildana kurt bertekeke xurt da raya giştî ya cîhanê der barê gelê Kurd û doza wî ya li Iraqê de di wê demê de.
Her wiha mînakên din, şerê gel ê Nepalê li dijî hikumetê, şer gel ê Fîlîpînê li dijî hikumetê, şerê gel li Perûyê.
Sibê: Girîngiya şerê gel ji bo pêşîlêgirtina qirkirinê… parastina cewherî mîna nan û avê pêwîst e
[1]