Nav û paşnav: Nêvîn hesen
Navê tevgerî: Amara Kobanê
Navê bav: Mihdên
Navê dayîkê: Zera
Cih û dîroka jidayîkbûnê: #Kobanê# 27-12-1996
Cih û dîrok şehadetê:8-12-2019 Çiyayê Qendîlê
sersaxî ji bo diliê hemû dayîk, zarok, hevjîn û hemû malbata şehîd re be. Amara keçeke di biçûkbûna xwe de her tim tevlêbûna nava şervanan bala wê dikşand ji biçûkbûna wê de hezkirina wê ji lehengiyê re hebû Amara keça sêyem a malbatê bû. Bala wê her tim li ser potravan bû. Tiştên ku bala wê zêde dikşand wêne çêdikirin bû. Belkî ne ewqas tê de pisporbû, lê wêne tiştê ku hezkirina wê jê re hebû. Amara keçeke di malbatê de şerê xwe bi kesîra nedi’anî. Amara 5 salan di nava ciwanan de bû û piştî tevlêbûnê kes ji malbata xwe nedixast bibîne lê rojekê ji rojan birayê wê ew dît û jê re got: 5 sal bûn bese veger gel diya xwe lê wê got: kurdistan dayika min e û piştî wê bi demeke kurt soza çar parçan da û derbasî çiyayê qendîlê bû salekê li wir ma û piştra rojekê ji rojan balafira Tirk bi ezmanê qendîlê ket û di wê demê de li ser Amara û hevalên wê de bombe berdan û kes li wê şûnê sax nema û piştî mirina Amarê bi salekê xebera şehadeta wê hat lê laşê wê ji malbata wê re nehat û heta guristana wê tûnebû. Amara û dunyayê ji hev Qetiyan. gotinên wê yê herî dawî wiha bûn.
Min tevgerê gelekî bêhên kir û dane hevalê xwe lê min ev tevgerî. li ser hevalê xwe reşand lê bi demê re min xatir ji wan xwest lê hevalê min çilmisîn. Min bêhna tevgerî bêhên kir û piştra da hevalê xwe ez nikarim berê bêhin bikim bidim hevalê xwe. ez heta bihên nekim ez nikarim bidim dijminê xwe durbûna min ji malbatê pir dijware ji nû ve ji bo dilê kobaniyê wê tevgerî şînbe. Şehîd saxin tûcarî namrin her tim di dilê medane şehîd namrin....
Çavkanî: Ev Jînname ji devê malbatê ji aliyê Evîn Teyfûr ve hat nivîsîn.[1]