Navê pirtûkê: QERAXÊN SÎYA HÊVÎYEN HAR
Navê nivîskar: AZAD DILWAR
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2017
“Deng
Deng olanê dide
Di tenêtîyeke tenha de
Sîya bihara zû
Di awirên te de
Ava dibe”
Di vê berhema bi navê Qeraxên Sîya Hêvîyên Har a Azad Dilwar de, xwîner rastî helbestên xwedan naverokên têvel tê û ev naverokên navhatî wan peywendîyên taybet ên di navbera mirovan û xwezayê, azadîyê, welêt û bindestîyê, çarenûsa qirêj a bindestan, xeyalên şikestî û hêvîyê, dilşadîyê û bêrîya bo dem û cîyên xweşhalîyê û nexweşhalîyê de bi xwe ve digirin.
Qeraxên Sîya Hêvîyên Har bi dengekî nerm û aram berê xwe dide xwînerên Kurmancîyê.[1]