Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  583,207
Wêne
  123,508
Pirtûk PDF
  22,049
Faylên peywendîdar
  124,956
Video
  2,191
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,934
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,356
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,660
عربي - Arabic 
43,635
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,455
فارسی - Farsi 
15,586
English - English 
8,502
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,024
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,569
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,816
Kurtelêkolîn 
6,778
Şehîdan 
4,498
Enfalkirî 
4,774
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,269
PDF 
34,621
MP4 
3,821
IMG 
232,780
∑   Hemû bi hev re 
272,491
Lêgerîna naverokê
Cenga Çaldîranê 1514 z û bandora wê li Ser kurd û Kurdistanê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Cenga Çaldîranê
Cenga Çaldîranê
=KTML_Bold=Cenga Çaldîranê 1514 z û bandora wê li Ser kurd û Kurdistanê=KTML_End=
#Biradostê Mîtanî#
Di qonaxa destpêka çerxê (16)an de derfetek zêrîn ji kurdan re hat ku xwe li hev bidin hev û destkeftiyek netewî bi dest bixin . Ji ber ku desthilata Dewleta Ebasî qelis bû û ji hev berda ,ji encama şerê Sefewî û Osmaniyan . Kurdistan bi giştî û Bakur bi taybet ji dagirkeran ma vala . Osmaniyan bi serokatiya Siltan Selîmê Yekem (Yawûz) dixwestin dewletek mezin çêbikin .Lê Dewleta Sefewî li Tebrîzê bi serokatiya Simayilê Sefewî yên bi koka xwe kurd weke hêza yekem bû di riwê wan Osmaniyan de . Her du alî bûne du hêz . Yek li rojhilatê Kurdistanê û yek li rojavayî Kurdistanê û di navbera wan de mîrekên kurd di Kurdistanê de ,yên ku bi hêza xwe ya leşkerî û gelêrî heyî . Hijmara wan ji bîst mîrekan bihtir bûn .
Ji xwe ya balkêş ew bû ,bê ka ew mîrekên me di wê rewşê û wî derfetê zêrîn de wê çi bikin ?
Ya giring ew bû ku ew keysê li wan dagirkeran bînin û xaka xwe rizgar bikin û dewleta xwe ya kurdî ragihînin .
Mîrekên me li hev rûniştin û babetê ku ka ew aliyên kê ji Osmaniyan û Sefewiyan bigrin . Negotin ka em li xweseriya xwe biranimin . Biryar dan ku aliyê Sefewiyan bigirin û şanda xwe rêkirin cem Simayilê Sefewî ,lê wî mehne li wan kirin, ji ber ku ew ji rê’ola Şî’î ye û ew kurd ji Sinî ne . Êvarî ew şanda kurdî girtin û avêtin zindanê de . Piştî demekê henekan ji wan xwe xilas kirin û revîn .
Mîrekên kurdan piştre xwe dane aliyê Selîm Yawûz ê Osmanî . Endizyarê vê ramangêrî û siyasetê em karin bêjin ku Idrîsê Petlîsî bû.
Dema şerê giran di navbera osmaniyan û Sefewiyan de dest pê kir ,meydana wê Herêma Çaldîranê ,ya li baniyê Bakurê Kurdistanê bû û cenga Çaldîranê 1514 z pêk hat. Artêşa kurdî ya hemû mîrekên kurd ardûyê wê bû . Osmanî bi ser ketin û artêşa Sewfewî şikand û dane pey wan ta paytexta wan Tebrîzê ya li baniyê rojhilatî Kurdistan ye û dagir kirin. Piştî wê cengê dewleta Osmanî bi demê re bû impiratorî, bi taybet bi serokatiya sultan SELÎMÊ YAWÛZ yanî yê yekem
.
Hêja ku em diyardeyek nerênî ,ya kurdan ,a berya cenga Çaldîran bêjin :
Dema ku wan mîrekan fedresiyona êlên kurdan ava kirin , di cihê xemgînî û aciziya me de ye dema ku Sultan Selîm dixwest hêza xwe xwert bike û kurdan ji Sefewiyan dûr bike , gelekî li ber daxwazên kurdan dihat, ta girêka xwe ber bi werîs bixe . Lewra wî mafê xweseriya xwecihî dabû wan û ji wê fedresyona kurdî re pela spî bi hemz û muhra xwe rêkir ji wan re û ji wan xwest nûnerekî xwe bibijêrin, di dewleta OSMANÎ de ji layê herêma KURDÎ ve . Lê dema ku mîrek û serokêl û axayên kurd lev rûniştin ,yek li ber ê din nehat ku bibe nûner. Yekî ji yê din re nedanî , herkesî nûnerîtî ji xwe re xwest , ta lev nekirin û di cihê mixabiniyê de ye ku ew pel wilo vala û spî vegeriha ji Sultan SELÎM re .Lê Selîm Yawûz têkilî bihtir bi bi IDRÎSÊ PETLÎSÎ re di şerên xwe de girêdan û wilo dijî şah SIMAYILÊ SEFEWÎ jî.
Hêjayî gotinê ye ku ew serokatiya IDRÎSÊ PEDLÎSÎ ne bi nûnerîtiya serok êl û axayên KURDAN bû, ji ber ku hema wî xwe kir biryardarê Siltan Selîm di bakurê KURDISTANÊ de û wilo bêy yekîtiya kurdî her mîrekekî hêza xwe rêkire ji Selîm Yawûz re û wilo artêşa KURDÎ kete xizmeta OSMANIYAN de ,bêyî tu hevrêziya kurdî .
Ji wê demê ve kurd mane nav leşkerên Osmaniyan de û ew serkeftin pêkanîn di cenga ÇALDÊRANÊ 1514z de dijî SEFEWIYAN .Ji xeynî Cenga Çaldîranê jî ew mîrekên kurdan bi artêşa kurdî ve bûn beşdar bi Osmaniyan re di dagirkirina SÛRÎ de 1516 z bi Cenga MERCDABIK,li ROJAVAYÊ Kurdistanê û wilo ta bi MISRÊ di Cenga RÊDANIYÊ de, di 1517 z de ya ji encamên wê MISIR jî dagir kirin di dema MEMALÎKAN de û wilo ta bi Nîvgirava erebî tev de .
Ya herî balkêş ew jî bû ku Idrîsê Petlîsî bixwe beşdar bû di wan şeran de û milê wî li mile Selîm yawûz bû, bi erkê şêwermend jê re .
Lê me kurdan çi sûde ji wê siyasetê girt? .
Ya xirab ew bû ku ew welat bi arîkariya kurdan hatin dagirkrin û di nav wan de welatê wan bi xwe Kurdistan
jî ,jiErzromê ,colemêrgê ,Sêwasê ,Amedê,Mêrdînê ,Dihokê ,Silêmaniyê,Mûsil,Şingalê ta bi Efrînê û wilo giyanê kurdan bûn ardû ji şerên Osmaniyan re ta bi Ewrupe .
Piştî cenga Çaldîranê di peymana Amasiya de 1555z Osmaniyan û Sefewiyan li hev kirin û wilo di peymana Qesirşêrînê de jî kurdistan di navbera xwe de dabeş kirin û 404 salan man bindestî dewleta Osmanî û bi wê demê re kurdiyetê di bin stemkaraiya wan Sefewî(Îranê) û Osmaniyan (Tirkiyê) de gerewên mezin dide ,ta îro û mane bindest.
Jêder :
1-Rojhilata erebî – Evdilkerîm Rafiq.
2- Kurtahiya dîroka kurd û Kurdistanê-B2- Mihemedemîn Zekî.
3- Pirtûkên dîrokê-R9 û 12 ji rêbazên Desteya Perwerdê ,yên Rêvebiriya Xweser.
4-Şerefname – B1- Şerefxanê Petlîsî.
5- Ibin Eca-Iraq di navbera Memalîk û Osmaniyên tirk de
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,983 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 12
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 11-04-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Çaldêran
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 21-07-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,983 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.218 çirke!