Navê pirtûkê: GAZÎYA WELAT
Navê nivîskar: EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2016
Divê ez di serî de dîyar bikim ku ez ne wêjevan im, ji ber vê yekê wêjevanî ne hedê min e. Ez vê berhema wenda, pêşkêşî wêjevan û xwendevanên Kurd dikim. Divê ev berhem ji alîyê wêjevan û xwendevanan ve baş were nirxandin, ji ber ku ev berhema Ebdurehîm Rehmî Hekarî ya bi navê Gazîya Welat, di zincîra edebîyata nûjen a Kurdî de, xelekeke wenda ya zêrîn bû. Ev e me du cildên Gazîya Welat bi vî avayî amade kir û pêşkêşî xwendevanan kir. Cildê yekemîn dihat zanîn, lê cildê duyemîn qet nedihat zanîn, ji ber ku ne li ber destan bû. Me ew ji dehlîzên dewletê yên tarî, kamçokî derxist. Bi vî awayî me peywireke dîrokî û girîng bi cîh anî. Divê mirov ji bîr meke ku bi sedan berhemên Kurdî yên weke Gazîya Welat wenda ne.[1]