Navê pirtûkê: ÇEND DANÊN HIŞYAR
Navê nivîskar: ERGÎN SERTEM
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2018
Mêravî
Li kolana Mêravî
Li kuja kej a kêlîkên vajî
Noqav bû miravîyeke xewas
Û li seravê
bê ba bû
bê bal bû
Pûşên xem û mereman
li ber nermîya bayê tîrmehê
şibhê pifokên bêwezn
bê ser bûn
bê bin bûn.
Çend Danên Hişyar, berhema edebî ya pêşîn a Ergîn Sertem, ne cîyê gumanê ye ku henaseyeke taze ye bo helbesta Kurmancîyê ya vê serdemê, ya ku bi rêya Benda Zarê Berze gilîyên xwe li gilîyan dixe, dibêje:
Ezmanekî dî heye
li derek, li devereke dî...[1]